BI DÎMEN

Engîn: Peymana Sewrê ji bo Kurdan û gelan xapandin e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn da xuyakirin, ku Peymana Sewrê ya di sala 1920'an de hat îmzekirin, bi armanca xapandina Kurdan û gelên herêmê hatiye kirin û bal kişand ser xeteriya heman lîstokê ya roja îro.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn, di salvegera 96. de Peymana Sewrê ya di 10'ê Tebaxa 1920'an de ji bo parvekirina Rojhilat Navîn hat îmzekirin, ji ANF'ê re nirxand.

Engîn da xuyakirin, di herikîna dîrokê de kêm peyman hene ku gotin, soz û pratîka xwe ji hev cuda ne û destnîşan kir, ku yek ji van peymanên bi hîle û xapandinê jî Peymana Sewrê ye.

Engîn di destpêkê de peymana Sykes Pîoct a piştî şerê cîhanê yê yekemîn di sala 1916'an de ji bo parvekirina Rojhilata Navîn di navbera Îngilîstan, Fransa û Rûsyayê hat destnîşankirin bibîr xist û got, "Her çiqas Rûsyayê di gotinê de xwe paşve kişand jî em dizanin, di pratîkê de xwe paşve nekişandiye. Di şerê yekemîn ê cîhanê de yê gelekî windakirin hebûn. Yê herî zêde winda kir Osmanî bû. Elman, Awûstûrya bû."

Kasim Engîn diyar kir, di konferansa 10'ê Tebaxa 1920'an a li Sewrê de, li ser rê û rêbazên tevgera Osmaniyan biryar hat dayîn û got, "Biryar hat dayîn Egeyê ji Yewnanan re bê berdan, Derya Spî wê ji Îtalyayê re berde, wê bakur ku îro Serhed jê re tê gotin wê ji Rûsyayê re berdin. Derveyî vê, Tranzon, Wan û herêmeke berfireh a ji Ermenîsteke serbixwe re bê berdan. Wekî din aliyê Dîlok, Mereş, Riha heta Sêwasê ji Fransayê re berde. Aliyê Colemêrgê jî ji Îngilîzan re bê berdan. Anatoliya Navîn jî weke Tirkiye tê hiştin." 

Engîn da zanîn, li gorî xala 64'an a peymanê jî tê gotin, eger Kurd û gelên din bixwazin dikarin bi referandûmê serxwebûna xwe îlan bikin û serî li Neteweyên Yekbûyî bidin.

Engîn anî ziman, dema ji derve ve li vê peymanê tê temaşekirin, weke ku yê herî zêde zerarê ji vê peymanê dibînin Tirk in, lê rastî ne ev e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn destnîşan kir, ku Îngilîstanê ji bo wergirtina eyaleta Mûsilê, di wê demê de serî li gelek rêbazan da û Peymana Sewrê jî yek ji van rêbazên ji bo bidestxistina Mûsilê ye.

Engîn bibîr xist, ku di sala 1920'an de Kamîran Bedirxan li paytexta Misir Kahîreyê ji bo serxwebûnê komîteyek amade kir û got, "Di bîranînên Kamîran Bedirxan de tê gotin, dema tê Sûriyeyê ku birayê wî Celadet Bedirxan lê ye, diçin bi berpirsyarê leşkerî yê Fransayê re hevdîtinê dikin. Wê çaxê berpirsyar albayek e. Albayê Fransî dibêje ecele neke. Ew behsa şert û mercên avakirina Kurdistaneke serbixwe dike. Bi navê dewleta Fransayê ew albay dibêje ecele neke. Çima ecele neke. Dibêje 'ji xwe em li we difikirin, binêrin plansaziya me ya avakirina Kurdistanekê ye.' Bi vî awayî nahêlin ku Kurd refleksên xwe nîşan bidin, nahêlin Kurd amadekariyên xwe bikin, nahêlin Kurd xwe birêxistin bikin. Heman tişt ji bo Ermenan jî derbas dibe. Ji ber ku di nava peymana Sewr de Ermenîstanek serbixwe heye. Ermenan, Kurdan û Yewnan bêdeng dikin. Em dizanin gotin û sozên di peymana Sewr de hatine destnîşankirin û rastiya vê peymanê ji hev cuda ye."

Engîn destnîşan kir, ku Sewr lîstoka "Ji bo Tirkan tehdît, ji bo Kurdan, Yewnanan û Ermenan jî şakirina dilê wan e" û diyar kir armanc, di vê peymanê de girtina Mûsil û Kerkûkê bû.

Kasim Engîn da zanîn, ku di nava vê peymanê de bingeha Qirkirina Gelan hebû, ku ev rastî di konferansa li ser peymanê de ji aliyê dîpomatekî Amerîkî ve hatiye bilêvkirin.

Engîn li ser armanca bingehîn a Sewrê ji ANF'ê re axivî û rewşa heyî ya Rojhilata Navîn ku şerê cîhanê yê sêyemîn lê diqewime û herêm tê parvekirin û rewşa Kurdan nirxand: