Ji bo definkirina cenazeyên Mihemed Xelef, Rifet Reşîd û Yûsif El-Casim ên endamên Erka Xweparastinê û endamên hêzên Asayîşê Meqbûla Ebdo û Xalid Bekir ên ku di encama êrîşên leşkerên Tirk de li gundê Sirûkê yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes kom bûn. Gireseya ku kom bû, cenazeyên têkoşeran li nexweşxaneyê wergirtin û ber bi goristanê ve bi rê ketin.
Girseyê cenazeyên Mihemed Xelef, Meqbûla Ebdo û Xalid Bekir bi karwanekî ji sedan wesayîtan birin goristana Şehîd Refîq. Ji aliyê endamên asayîşê ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin.
Di merasîmê de, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Efrînê Osman Şêx Îsa, li ser navê YPJ‘ê xwişka têkoşer Meqbûla Kurdistan Rengîn, li ser navê Malbatên Şehîdan têkoşer Xalid Bekir, Hisên û Mistefa Bekir, bavê têkoşer Mihemed Xelef, Mistefa Xelef û bavê têkoşer Meqûla Ebdo Mihemed axivîn.
Di axaftinan de komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Her wiha soza têkoşînê li dijî terora Tirk hate dayîn. Di axaftinan de bang li civaka navnetewî hat kirin ku pêwîst e helwesta xwe ya li beramberî kiryarên li dijî gelê Rojava zelal bikin.
Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre cenazeyên têkoşeran bi dirûşmeyan û tilîliyên dayikan ve hatin veşartin.
Cenazeyê endamên Erka Xweparastinê Rifet Reşîd û Yûsif El-Casim jî ji nexweşxaneya Efrînê hatin wergertin û bi karwanekî ve ber bi goristana Şehîd Seydo ya navçeya Cindirêsê hatin verêkirin.
Li goristanê ji aliyê endamên Erka Xweparastinê ve merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Li ser navê hêzên Erka Xweparastinê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Biratiya Gelan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate gotin ku dagirkirina Tirkiyeyê ya xaka Cerablûsê piştî hevpeymana sê alî ya Tirkiyeyê, Îran û rêjîma Sûriyeyê bi armanca şikandina vîna gelê herêmê ye . Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk ne tenê navendên leşkerî hedef digire, berê xwe dide hemû pêkhateyan û projeya federasyona Bakurê Sûriyeyê.
Piştî axaftinan welatiyan cenazeyên têkoşeran li ser milê xwe kirin û bi tilîliyan spartin axê.