Endamên Komîteya ji Ocalan re Azadî: Em êrîşa li Silêmanî şermezar dikin
Endamên Komîteya ji Ocalan re Azadî nerazîbûn nîşanî êrîşa bi ser çalakiya duh a li Silêmanî dan û bang li gel kirin ku çalakiyan xurt bikin.
Endamên Komîteya ji Ocalan re Azadî nerazîbûn nîşanî êrîşa bi ser çalakiya duh a li Silêmanî dan û bang li gel kirin ku çalakiyan xurt bikin.
Endamên Komîteya ji Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê, Faîk Gulpî û Kawa Nadir, êrîşa duh ya bi ser çalakiyê de ku bi mebesta şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hatibû li dar xistin, şermezar kirin û gotin, xwedîderketina li Ocalan peywira herî sereke a hemû welatparêzan e.
Endamên komîteyê rexne li hêzên Başûrê Kurdistanê anîn û gotin, ew polîtîkayên dewleta Îran û Tirkiyê pêk tînin, xwestin ku kêlî beriya kêliyekê ji ve şaşîtiyê vegerin. Gulpî û Nadir diyar kirin, kirinên bi vî rengî ziyaneke mezin didine yekîtiya Kurdan.
'OCALAN CIHÊ HERÎ NAZIK Ê KURDAN E'
Kawa Nadir diyar kir, Ocalan cihê herî nazik ê Kurdan e û wiha pê de çû, "Ji bo vê jî, di çalakiyeke wiha de, ku ji bo Ocalan hatibû kirin, êrîşeke bi vî rengî bi ti awayî nikare were qebûlkirin."
Nadir got, ne pêkan e ku ev êrîş normal were dîtin, were qebûlkirin û wiha pê de çû, "Ji ber ku ev cure êrîş ziyanê didine yekîtiya Kurdan. Tenê xizmetê ji polîtîkayên dijminane yên dewleta Tirk re dikin. Ocalan Rêberê Kurdan e. Bi mîlyonan mirov Ocalan weke vîna xwe dibînin. Di meseleyeke wiha de ku ji bo Kurdan bi hesas e, êrîşên bi vî rengî dest li rehekan didin. Ev hêz li şûna ku êrîşê bibin ser çalakiya bi mebesta azadiya Ocalan, bila bipirsin bê ka Ocalan ji bo çi girtî ye, ji bo çi di tecrîdê de ye. Xwedîderketina li Ocalan peywireke welatparêziyê ye. Lê helwestên bi vî rengî hem ziyanê didine welatparêziyê û hem jî destekê didin polîtîkayên qirker ên Erdogan. Ji bo vê jî, divê hemû Kurd li hemberî van helwestan xwedî helwest be û ji bo azadiya Ocala li her deverê têkoşînê geş bike"
'XWEDÎDERKETINA LI OCALAN PEYWIREKE WELATPARÊZIYÊ YE'
Endamê komîteya ji Ocalan re Azadî Faîk Gulpî, êrîş şermezar kir û got, mafê herî sirûştî ye ku ji bo Ocalan çalakî werin kirin, azadî jê re were xwestin, êrîşên bi vî rengî wê ti caran nikarin pêşî li vê bigirin.
Gulpî çalakiya li Silêmaniyê jî weke, "çalakiyeke pir mirovî, helwesteke li gorî welatparêziyê derketiyê holê" diyar kir û got: "Ev bi salan e ku Ocalan dîlgirtî ye, di nav tecrîdê de tecrîd li ser tê danîn. Heqê herî xwezayî ye ku Kurd nerazîbûn nîşanî vê rewşê bidin. Ji hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ve rewşa wî bêhtir ketiye talokeyê û ti agahî jê nayê standin. Gelê Kurd bi xwezayî, bi van çalakiyên wiha li ser dewleta Tirk zextan çêdike. Dixwaza ji Rêbertiya xwe agahiyan bistîne. Em jî weke komîteya ji Ocalan re Azadî heya dawiyê em ê li pey van daxwazan bin û van çalakiyan bikin."
'ÊRÎŞ ENCAMA DÎPLOMASIYA LI GEL TIRKIYÊ YE'
Gulpî diyar kir, polîtîkayên partiyê Başûrê Kurdistane berevajî daxwaz û hêviyên gel in, li şûna vê bêhtir dêhna xwe didine ser polîtîkayên mêtingeran, giringiyê bêhtir didine ser wan.
Têkildarî êrîşa Silêmaniyê Gulpî got, "Hêzên desthilatdariya herêmê bêhtir girîngiyê didine daxwazên dewletên Tirk û Îranê. Ev rewş nayê qebûlkirin. Weke encama dîplomasiyê ya di navbera dewleta Tirk û herêma Kurdistanê de ev bertek derkete holê. Divê were zanîn, em ê li hemberî van bi paş ve gav neavêjin. Gelê me jî, heya ku siyasteke di berjewendiya yekîtiyê de, siberoja azad de pêk were, divê têkoşîna xwe bidomîne. Ya herî girîng heya ku Ocalan azad bibin, divê tim di nav çalakiyan de bin."
'LI ŞÛNA KU ÊRÎŞÊ BIBINE SER GEL BILA KONGREYÊ BICIVÎNIN'
Gulpî bi vî rengî bang li hêzên Başûrê Kurdistanê kir: "Li şûna ku hûn êrîşê bibin ser çalakiya ji bo Ocalan, pêşiyê li kongrê vekin. Desthilatdariya Başûr, partiyên siyasî di serdemeke wiha de li şûna ku êrîş bibin ser çalakgerên ku azadiya Ocalan dixwazin, li dor kongra netewî bila werin cem hev. Li şûna ku kongra netewî were kirin, hin hêzên Kurd, Sykes-Pîcotê di navbera parçeyên Kurdistanê de dimeşînin. Lê heya ku dev ji vê siyasetê neqerin, ew jî bi wateya rastîn wê nebin hêz."