Di serdegirtina malan ya li navçeya Giyadîna Agiriyê de Endamê Meclîsa Giştî ya BDP'ê ya Bajarê Agiriyê Orhan Tûnç hate binçavkirin.
Li navçeya Giyadîna Agiriyê vê sibê nêzî di demjimêr 04.00'an de polîsên girêdayî Miduriyeta Polîsan ya Agiriyê tevî cendirme û tîmên taybet di ser mala Endamê Meclîsa Giştî ya Bajarê Agiriyê ya BDP'yî Orhan Tûnç de girtin. Di serdegirtinê de polîsan dest danî ser compitur, hard dîsk û pirtûkan. Polîsan Tûnç girt bin çavan û birin Miduriyeta Polîsan ya Agiriyê. Bavê Orhan Tûnç Abdullah Tûnç bertek nîşanî serdegirtinê da û wiha got:
" Min pirsî 'hûn çima kurê min digirin bin çavan?' Polîsan henekên xwe bi min kirin û gotin, 'îfadeya wî heye, em dê bibin Agiriyê'. Ji sedî zêdetir tîmên taybet hatibûn. Çekên xwe zivîrandibûn me û gef li me xwarin. Ev zilm heta kengî dê bidome, êdî bese."