Endamê Meclîsa bajêr yê BDP'yî Orhan Tunç ku duh li navçeya Giyadîna Agiriyê hatibû binçavkirin bi îdîaya endamê rêxistinê ye hat girtin.
Endamê Meclîsa bajêr yê BDP'î Orhan Tunç duh di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin. Tunç piştî karûbarên li midûriyeta polîsan bi daxwaza girtinê derxistin dozgeriya nobedar û ji wir jî sewqî dadgeriyê kirin. Piştî lêpirsîna dadgehê Tunç bi îdîaya endamê rêxistinê ye hat girtin û rêkirin girtîgeha Tîpa M ya Agiriyê.