Endamê Koma Aştiyê Adanmiş hate binçavkirin

Derket holê ku Mehmet Adanmiş ê di Koma Aştiyê de cih digirt ku sala 2009’an ji Qendîl û Mexmûrê 34 kes hatibûn Tirkiyeyê û xalê wî Ezgîn Adar hatine binçavkirin.

Endamê Koma Aştiyê Mehmet Adanmiş ê di 2009'an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di koma 34 kesan de cih digirt, beriya 4 rojan bi rêka telefonê Qereqola Polîsan a Yenî bang kirinê, derket holê ku li vir hatiye binçavkirin. Hate hînbûn ku piştî Adanmiş xalê wî Ezgîn Adar jî hatiye binçavkirin.

Adanmiş û Adar birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê, lê naveroka dosyayê nehat zanîn. Ji ber pêkanînên OHAL'ê hevdîtina bi malbat û parêzeran jî tê astengkirin.