Encu şandin girtîgeha Kocaeliyê

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu, şand Girtigaha Sergirtî ya Tîpa F a Kocaeliyê ya ku Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û Berdevka Demê ya KJA’yê Ayla Akat Ata lê tê ragirtin.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Ferhat Encu yê ku li Stenbolê hate binçavkirin û şandin edliyteya Şirnexê , piştî lêpirsîna nêzî 3 saetan sewqî edliyeyê hatibû kirin, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Encu yê ku li pêşberî serokê dadgehê biryara ku hate xwedin bi çepikan protesto kiri, şand Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Kocaeliyê. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û Berdevka Demê ya KJA’yê Ayla Akat Ata jî li heman girtîgehê ne.