Encamnameya Konferansa Qirkirina Dersimê hat eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Qirkirina Dersimê ya sala 1937-1938’an hate eşkerekirin.

Encamnameya Konferansa Qirkirina Dersîmê ku 2 roj in berdewam dikir eşkere bû. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku komkujî bi hemû aliyên xwe yên dîtbarî û nivîskî were lêkolînkirin û ji bo parastina van jî wê muzeyek bê avakirin. Her wiha biryareke ji bo avakirina abîdeyek temsîla qirkirinê hat girtin.

Konferansa Qirkirina Dersîmê ku bi hevkariya Şaredariya Dersîmê û Cemiyeta Înşaya ji Nû ve hat sazikirin piştî 2 rojan bi dawî bû û encamname hat aşkerekirin. Di konferansê de li ser encamên "Qirkirina Dersîmê ya 38'an û berdewama wî Plana têkbirin" ku bi raporên Şerq Îslahatê pêk hin biryar hatin girtin.

Di encamnameya ku ji aliyê Hevşaredara Dersîmê Nurhayat Altun ve hat xwendin de ev biryar derketin:

* Komkujî û sirgunên di salên 1937 û 1938'an de pêk hatin li gorî pênaseya komkujiyê ya Peymana Cizakirinê û Pêşîlêgirtina Komkujiyê ya NY'ê guncav e û divê dewlet jî vê komkujiyê qebûl bike û pê re hev rû bibe,

* Ji bo ku hevrûbûn li gorî pîvanên cîhana hemdem bibe, divê li gorî agahiyên Komîsyona Dad û Lêkolîna Heqîqetan a ji aliyê derdorên bêalî, malbatên mexdûr, hiqûqnasên derbarê mijarê de xebitîne pêk tên;

*Di serî de aqûbeta Seyît Riza, hevalên wî û kesên hatin îdamkirin de agahî dayîn û diyarkirina cihên gorên wan,

* Aşkerekirina aqûbeta zarokên winda, sûcên cinsî yên li hember jinan pêk hatin û ji bo agahdarkirina malbatan aşkerekirina qeydên wê demê,

*Li Dersîmê, bi pêşengiya şaredariyê û platforma saziyên sivîl ên civakî, avakirina komkujî bi hemû aliyên xwe yên dîtbarî û nivîskî were lêkolînkirin û ji bo parastina van jî wê muzeyekî,

*Derxistina nexşeya cihên çekên kîmyewî hatin bikaranîn û parastina van cihan,

*Paşvedayîna navên gund, navçe û erdnîgariya Dersîmê,

*Vekirina arşîva di serî de Komara Tirkiyeyê, Ewropa, Amerîka û Federasyona Rûsyayê,

*Ji bo ku navên kesên di vê komkujiyê de rol lîstine li cihan bê rakirin meşandina xebatekî,

*Mudaxalekirina niştecihên tînin erdnigariya elewiyên Maraşê û bidawîkirina HES û bendavan,

* Bidawîkirina mudaxaleya li hember cihên olî yên elewiyan û baweriya elewiyan

*Rakirina dersên olî yên bi darê zorê û Serokatiya Karên Dîyanetê,

*Rakirina astengiyên li hember zaravaya kirmançkî ku di nav kategoriya zimanên winda dibin ya UNESCO'yê de cih digire, her wiha ji bo perwerdehiya kirmançkî meşandina xebatan,

*Bidawîkirina bêcezatiya li hember sûcên mirovahiyê û bidawîkirina pişavtin û îmhayê, her wiha destpêkirina pêvajoya aştiyê,

* Rakirina sêpanên rewşa avarte yên li Dersîm û herêmê, di serî de parastina mafê mirovan û mafên azadiyê,

*Her wiha ji bo xebata hevpar a Saziyên Sivîl ên Dersîmê û Şaredariy Dersîmê biryar hatin girtin.

Piştî axaftinan ji bo kesên Terteleya Dersîmê jiyana xwe ji dest dan dayika Meşure Dagan dua xwendin. Bi xwendina gulbangên hunermend Mikail Aslan, Erdogan Emir û Metin Kahraman konferans bi dawî bû.