Encamên operasyona Minbicê hatin eşkerekirin

Meclîsa Leşkerî ya Mibincê, encamên operasyona 75 rojan a Minbicê eşkere kir. Di oprasyonê de 4180 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, cenazeyên 1724 ji wan ketin destê şervanan. Di operasyonê de 264 şervananjiyana xwe ji dest dan.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, encamên operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Hejmara kuştiyên dijmin: 4180

Hejmara cenazeyên djimin ên ketina destê me: 1724

Hejmra dîlên DAIŞ li gel me: 112

Manîşe û alavên çeteyan ên hatine rûxandin: 144 ji wan 37 maşîneyên doçka li ser, 26 hawan, 5 topavêjin katyoşa û 15 maşîneyên zirxî

Hejmara çekên ku ketine destê me:

Çekên ferdî: 1268,

Doçka bi hemû cureyên xwe: 25

Hawan: 34

Hejmara şehîdên me yên Kurd, Ereb û navneteweyî: 264"