Li Minbiçê şervanên azadiyê bi pêş dikevin, hi hêla dî ve jî tûnelan vedikin, gel tê re dibine qadên ewle. Şervanên azadiyê yên Minbiçê, li navenda bajêr gelê ku ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye hêsîrkirin, rizgar dike.
SÎNAN DENÎZ
MINBIC
şemî, 6 gelawêjê 2016, 12:06
Pengava Azadiya Minbiçê ya Şehîd Ebû Leyala ber bi dawiyê ve diçe. Piraniya bajêr ketiye bin kontrola şervanên azadiyê. Her ku şervanên azadiyê bi pêş ve diçin xeleka li der dora çeteyên DAÎŞ’ê teng dibe û dawiya xwe dibînin.
Şervanên azadiyê ku tax û kuçeyên bajêr gav bi gav azad dike, ji hêla dî ve jî hewl dide ku sivîl ziyanê nebînin. Gelê ku bi derfetên xwe dikarin derkevin rê şanî wan tê kirin, ji bo kesên ku nikarin bi derfetên xwe derkevin jî tûnel têne vekirin, gel bi rêya tûnelan têne rizgarkirin. Ji van tûnelan rojê bi sedan mirov têne derxistin. Gelê Minbiçê ku hin jê zarok, hin jê yixtiyar in û hin jê nikarin bimeşin, hevkariyê bi şervanên azadiyê re dikin. Gelê ku bi kontrola şervanên azadiyê têne xilaskirin, tenê xwe xilas nekin, ajalên xwe jî pê re rizgar dikin.
Gel dema ku dibîne ji çeteyên DAÎŞ’ê têne rizgarkirin, dema ku çav li şervanên azadiyê dikin, dibêjin, ‘’ên me hatin’’ Gelê ku ji nav şer têne xilaskirin bi piranî diçine kûçeyên azad ên ku bi destê şervanên azadiyê hatine azadkirin. Çeteyên DAÎŞ’ê dema ku gel derbas dibe li wan direşîne.
Ji bo ku gel ji guleyan were parastin, car caran ji tûnelê wan derbas dikin. Minbiçiyek ku dema gel xilas dibû, ji yên cem re xwe re got, ‘’xeman nexwin, ên me hatin, ji niha û şûn de rizgarî ye.’’ Di berdewamiya axaftina xwe de, hem ji hêlekê ve xwe xilas dikir û hem jî ji hêla dî ve nalet li çeteyên DAÎŞ’ê dianî.
‘GEL KÛ DERÊ BIBÊJE EM LI WIR IN’
Şervanê Azadiyê Wîetnam Kobanê ku peywirdar e gel derbasî qadên ewle bike wiha dibêje: ‘’Em di pêngava azadiyê de ber bi dawiyê ve diçin. Em di ser daxwaza gel re hatin vir. Niha jî em gelê vir rizgar dikin. Çeteyên DAÎŞ’ê nahêlin gel derkeve. Dema ku gel derbas dibe li wan direşînin. Ji bo ku em gel ji ewle derbas bikin pir kêferatê dikin. Armanca me ne tenê rizgarkirina Minbiçê ye, ji qadên din jî em dixwazin çeteyên DAÎŞ’ê paqij bikin. Gel me bixwaze em amade ne ku biçin.’’