‘Em wek gelê Amedê vê rewşê qebûl nakin’
Gelê Amedê li hember hewldanên AKP/Qesrê ya rakirina destlênedayînê û kiryarên tesfiyekirinê bertek nîşan dan.
Gelê Amedê li hember hewldanên AKP/Qesrê ya rakirina destlênedayînê û kiryarên tesfiyekirinê bertek nîşan dan.
Gelê Amedê li hember hewldanên AKP/Qesrê ya rakirina destlênedayînê û kiryarên tesfiyekirinê bertek nîşan dan. Amedî ji ANF’ê re wiha axivîn:
Ahmet Mella Mûhammed: Bi hewldanên li meclisê ku li dijî parlamenterên me têne kirin, dixwazin parlamenterên me ji parlementoyê dûr bixînin. Ev biryar di kesayeta parlamenterên me de li hember hemû gelê Kurd e. Weke îradeya gelan, me temsîl dikin û ji bo parastina gelê xwe, ji parlamenteriyê re hatine hilbijartin û çûne meclîsê. Li beramberî vê zîhniyeta desthilatdar, bi van hewldanan dixwazin parlamenterên me ji meclîsê derxin û bêne girtin. Li hember van kiyaran ti kes bila li bendê nemîne ku em bêdeng bibin. Bi awayekî tevlîhev dixwazin van biryaran bixin meriyetê. Em jî li hember vê xwedî li îradeya xwe derkevin. Ji meclîsê derxistin û bi girtina parlamenterên ku me temsîl dikin, tê wateya ku me bixin girtîgehê. Lê, divê li hember vê em jî tiştên pêwîst em bikin.
Yasîn Bedîr: Rakirina destlênedayîna parlamenteran girêdayî pêvajoya siyasî ye û niha mîna pêvajoyeke rewşa sala 1994’an e. Ez wisa difirkim ku xeteriya rakirina destlênedayîna 59 HDP’iyan, ne desthilatdariya AKP ne jî konjektur destûrê didê. Ez difirim ku ji bo desthilatdariya AKP’ê bikare Destûra Bingehîn li gorî daxwaza xwe ava bike, serî li rêyeke bi vî awayî daye. Rakirina deslênedayîna parlamenteran, ji pêvajoya siyasal derketin e û ketina pêvajoyeke hê bi zerartir e. Di vê hêviyê de me ku desthilatdariya AKP’ê demildest ji vê biryarê vegere. Deshilatdariya AKP’ê li şûna ku serkeftina demokratbûyîna li meclîsê bigire, serî li kiryareke bi vî awayî dide, ev jî mîna bombeyek pîmê wê kişandî wê di destan de biteqe. Ger ku dixwazin Destûreke Bingehîn ava bikin, divê her 4 partiyên siyasî rûnin û bi hev re ava bikin. Rêya AKP’ê ne rê ye, rêya wan derbe ye.
Hatîce Makas: Ya ku desthilatdariya AKP dike, hilweşîna demên Osmaniyan e. Ji ber ku Tirkiye ne welatekî demokrat e. Ji ber ku parlamenterên HDP’ê demokrasiyê dixwazin. Ji bo wê qebûl nakin û li dijî wan derdikevin. Nikarin deslênedayîna parlamenterên HDP’ê rakin. Ji ber ku ew wekîlên gel in. Eger ku destlênedayîna parlamenteran rakin wê gel dakevin qadan. Parlamenterên me ji bo pirsgirêkên gel çareser bikin ji aliyê gel ve hatine şandin. AKP,CHP û MHP heman hişmendiyê diparêzin. Wan ti demê demokarasî neparastine. Ti deman mafê gel neparastine. Ji derveyî parlamenterên HDP’ê ti parlamenterên din mafê gel naparêzin. Parlamenterên HDP’ê ji nava gel, bi awayekî demokratîk têkoşînê diparêzin. Em weke gel her demê li pişt parlamenterên xwe ne û qet vê rewşê qebûl nakin.