BI DÎMEN

'Em li dora Şirnexê bicivin'

Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan got, tevî ku şer qediya ye Şirnex hê jî tê xerakirin û şewitandin. Kadirhan xwest, qedexe û êrîş biqedin û careke din banga alîkariyê kir.

Li Şirnexê, êrîşên hêzên dewletê çar meh û nîv li dû xwe hiştin. Tevî şerê li bajêr qediya ye, hêzên dewletê hê jî xanî û kargehên welatiyan xera dikin. Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan rewşa dawî ya li Şirnexê ji ANF'ê re nirxand û bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir, ku bi lezgînî li dora Şirnexê bicivin.

'ŞER QEDIYA YE, LÊ QEDEXE DEWAM DIKE'

Kadirhan bibîr xist, ku qedexe û êrîşên li Şirnexê çar meh û nîv li dû xwe hiştin û anî ziman, di nava du mehên dawî de, piştî ku hêzên YPS'ê biryar dan xwe vekişînin, şer qediya ye. Kadirhan got, lê belê hêzên dewletê tevî vê yekê jî êrîşên xwe yên li Şirnexê didomînin.

Kadirhan anî ziman, li Şirnexê di nava 3 mehan de êrîşên gelekî mezin hatin kirin û diyar kir, êrîşeke mezin a ji leşker û polîsan pêk tê êrîşî Şirnexê kir û YPS'ê jî li hemberî van êrîşan bi mehan li ber xwe da.

'XANIYAN DIŞEWITÎNIN Û XERA DIKIN'

Kadirhan bibîr xist, di dema van êrîşan de hêzên dewleta Tirk bi taybetî li taxên Bahçelîevler, Yenîmahalle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Ataturk û Aydinlikevlerê hilweşîneke mezin kirin û ragihand, tevî ku niha şer qediya ye, hêzên dewletê li van taxan xaniyên welatiyan dişewitînin û xera dikin. Kadirhan destnîşan kir, ku ev hefteyeke xerakirin û şewitandina xaniyan gelekî zêde bûye û got, "Li bajêr xanî tên xerakirin, bi taybetî xaniyên mirovên welatparêz tên şewitandin. Xaniyên gelek hevalên me, xaniyên min û malbata min hatin şewitandin."

Kadirhan diyar kir, ev şewitandin û êrîşên dewletê ne yên qebûlkirinê ne û got, hêzên dewletê hewl didin tolê ji gelê Şirnexê hilînin.

'AKP Û QESRÊ BI DESTÊ KUJERÊN DARBEKAR ÊRÎŞÎ ŞIRNEXÊ KIRIN'

Kadirhan ragihand, fermandarên êrîşên li hemberî Şirnexê, piştî hewldana darbeyê hatine binçavkirin û anî ziman, hikûmeta AKP'ê û Qesrê Şirnex radestî keriyekî kujeran kiriye. Kadirhan destnîşan kir, ku AKP û Qesrê bi destê van kujeran êrîşî Şirnexê kirin, li Şirnexê sûcên mezin ên li dijî mirovahiyê kirin û got, "AKP û Qesrê ferman dan van kujeran. Tevî ku ev kesên operasyon meşandine darbekar in, AKP û Qesr kiryarên wan diparêzin."

'EM LI BENDA PIŞTIGIRIYA GELAN E'

Hevşaredar Kadirhan bang li raya giştî kir ku li pêşberî şewitandin û xerakirina Şirnexê bêdeng nemîne û xwest, qedexe derhal bê rakirin. Kadirhan bal kişand ser mezinahiya hilweşînê û diyar kir, bi qasî çil hezar kes bê xanî man e. Kadirhan xwest, her kes li dora Şirnexê bicivin û ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê xwest, bên Şirnexê û rewşê bi çavên xwe bibînin.

Hevşaredar Kadirhan anî ziman, ew niha li gelek herêmên Şirnexê tevî Komeleya Alîkariyê ya Rojava dixebitin û xwest, alîkarî bê zêdekirin.

...