'Em ê vegerin Nisêbînê'

Nisêbîniyên ji ber êrîşên çeteyên Qesrê hatin Mêrdînê dibêjin, polîtîkaya AKP'ê ya koçberkirina Kurdan ber bi bajarên rojava ve, wê bi kêr neyê û tevî hemû zor û zehmetiyan ew ê vegerin Nisêbînê.

Nisêbîniyên ji ber êrîşên çeteyên Qesrê hatin Mêrdînê dibêjin, polîtîkaya AKP'ê ya koçberkirina Kurdan ber bi bajarên rojava ve, wê bi kêr neyê û tevî hemû zor û zehmetiyan ew ê vegerin Nisêbînê.

Polîtîkayên êrîşkar ên AKP'ê li Kurdistanê dewam dikin. Tevî hemû êrîşên qirkirinê jî gel Kurd Kurdistanê terk nake û dixwaze qedexeyên li ser wargehan rabin. Welatiyên Nisêbînî jî êrîş û qedexeyên AKP'ê şermezar kirin û xwestin dawî li vê polîtîkayê bê anîn. 

Welatiyên ji ber topbarana dewletê koçî Mêrdîn û navçeyên wê Qoser, Artûklû, Midyad û Kerboranê kirin, li benda rawestandine êrîşan û vegera li cih û warên xwe ne. Di nava kesên ku ji ber êrîşên dewletê koçberî taxa Saraçoglû ya Artûklû bûne de zarok, mêr û jin jî hene. Zarokên li taxa Saraçoglû dimînin li benda rakirina qedexeyê û pê re dîtina hevalên xwe ne.

'LISTOKÊN LI NISÊBÎNÊ HÎN XWEŞTIR IN'

Yek ji zarokên ku beriya 94 rojan ji Nisêbînê bi malbatên xwe re koçber bûye zaroka 13 salî ya bi navê M.Ş. ye. M.Ş. destnîşan kir ku ew li Taxa Bariş a Nisêbînê dijîn û got: "Daxwazên min rakirina qedexeyê, lîstoka bi hevalên xwe re û vegera li Nisêbînê ye. Min pir bêriya Nisêbînê kiriye. Em li vir jî lîstokan dilîzin lê lîstok hîn bêhtir li Nisêbînê xweş in. Ji ber ku hevalên min li wir in, lîstok li wir xweş in." Zaroka bi navê Ş.B. ya 11 salî jî anî ziman ku wê bêriya hevalên xwe Şîlan, Rûmeysa, Botan û Melîs kiriye û wiha axivî: "Ez dixwazim demildest bigihêjim hevalên xwe. Li Nisêbîn lîstok hîn xweştir e. Me bi hevalên xwe re lîstokên xweş dilîstin. Li vir em zêde kesî nas nakin. Bila Nisêbîn zû vebe ku ez bigihêjim hevalê xwe."

'AKP NIKARE ME KOÇBER BIKE'

Jina bi navê Şaîze Beydîlî jî weke her kesên ji Nisêbînê hatine koçberkirin li benda rakirina qedexeyê ye. Malbata Beydîlî li taxa Elîka ya Nisêbînê dijî û bihîstine ku mala wan hatiye hilweşandin. Beydîlî destnîşan kir ku psîkolojiya zarokên wê ji ber êrîşan xera bûye û wiha got: "Li Mêrdînê zarokên me ji ber dengekî biçûk bi bandor dibin. Wê AKP bi polîtîkayên şer nikaribe me ji bajarên me derxîne. Em ê jî vegerin malên xwe. Tiştên ku me bi serê me de hatine, em ê ti carî ji bîr nekin."

'DEWLETÊ BI KÎJAN MAFÎ EV TIŞT ANÎ SERÊ ME?'

Beydîlî bi gotinên "Em li mal û taxên xwe bûn, dewletê bi çi mafî hat û malen me xera kir?" bal kişand ser zordariya ku kişandine û wiha got: "Em ne li axa wan bûn. Em li axa xwe bûn. Çima me koçber kirin? Em hatin vir û di mala kirê de ne. Em ji sala çûyî ve van zehmetiyan dikişînin. Ti mafê wan li me nîn e ku van tiştan bi me bide jiyîn." Omer Zîrek ê 43 salî jî anî ziman ku dewletê bi hemû tank û çekên giran êrîşî ser taxên Nisêbînê dikir û wiha axivî: "Me nexwest ku em malên xwe biterikînin lê ji ber ku êrîş giran bûn em neçar man ji malên xwe derketin. Piştî qedexeyê em ewil çûn Mersîn. Ji ber ku şertên jiyanê giran bûn em vegeriyan Mêrdînê."

Zîrek diyar kir ku piştî ew vegeriya ye Mêrdînê nikarî kare xwe bike. Zirek eşkere kir ku keda kesên hatine koçberkirin tê binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Malên ku hêja ye 300 TL’yî bi 600-700 TL kirê didin. Nîvê keda me didin me. Çend caran şaredariyê alîkarî gihand me û jê û pê ve ti debara me nîn e. Li vir şertên kar kêm in û vê yekê li dijî me bi kar tînin. Wekî ku li penaberên Suriyeyê tê kirin mafê kedkaran tê xwarin. Çavên me ne li malên dinyayê ne. Tenê bela ciwan neyên qetilkirin. Malbatên Nisêbînî bi giştî dixwazin ku qedexe were rakirin. Malên me were hilweşandin û talankirin jî em ê vegerin malên xwe."