Piştî talan û komkujiya hêzên dewleta Tirk li Sûrê kir, dikandarên Sûrê careke din derabeyên dikanên xwe vekirin. Ji dikandaran Kadîr Karagoz diyar kir, ew ê ne li saziyên fermî, li dadgehan doza mafên xwe bikin.
ZEYNEP KÛRAY
AMED
sêşem, 14 pûşperê 2016, 08:10
Li Sûr a ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat hilweşandin, yek ji kargehên hatine xerakirin Îlkîz Otatntîk Giyîm e, ku tûrîst gelekî diçûn vê derê. Îlkîz Otantîk Giyîm piştî dorpêçiya bi mehan, hewl dide şopên talan û komkujiyê ji holê rake.
Xwediyê vê kargehê Kadîr Karagoz gelekî li ber hilweşandin kargehê ket û anî ziman, hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirk deriyê kargehê şikandine, her tişt ji hev xistine û xera kirine. Karagoz got, "Li dikanê, çi tiştekî xweş û bedew hebe, hemû gemarî kirine, parçe kirine." Karagoz bal kişand ser gefa îstimlaqkirinê û anî ziman, Serokwezîrê berê Davûtoglû ji bo tazmînkirina zerara hatiye dayîn gelek soz daye, lê ti ji wan bi cih nehatiye.
Karagoz di dewama axaftina xwe de got, "Davûtoglû hingî paketek eşkere kir. Di vê paketê de gotibû, 'Em ê baca 6 mehan a hatineya dikandaran taloq bikin'. Ji xwe ev 7 meh in em girtî ne. Di nava vê demê de gelo ti hatineya me çêbûye, ku tu radibe baca hatineyê taloq dike?"
LI SÛRÊ ÇANDEK BI TEMAMÎ HAT TINEKIRIN!
Karagoz diyar kir, di asta ji sedî 90'î de zerar li dikandaran bûye û anî ziman, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê di vî warî de çi ji dest hatiye kiriye, lê belê mûxatab nehatiye dîtin.
Dikandar Karagoz bibîr xist, ku mîna ev jî têrê neke, dewlet niha gefa îstimlaqkirina lezgîn li wan dixwe û da zanîn, hikûmet sûcekî li dijî destûra bingehîn dike û weke dikandarên Sûrê ew ê destûrê nedin vê eykê.
Kadîr Karagoz da xuyakirin, ku ji vir û pê ve ew ê êdî serî li saziyên fermî nedin û li dadgehan doza mafên xwe bikin. Karagoz got, "Di mijara dayîna zerara li me bûye de, em ê neçin li ber saziyên fermî negerin. Em ê ji aliyê hiqûqî ve hesabê vê bipirsin."
Karagoz destnîşan kir, ku bi dorpêçiya dewletê re çandek tine bûye û got, "Ne tenê mal û milkên me, li vê derê çandek hedef hatiye girtin. Gelek delîlên me yên xurt hebûn. Delîlên me yên li taxê jî birin. Divê destûr neyê dayîn ku bi vî rengî bê nixumandin."