'Em ê her tim xwe ji xweliyên xwe ava bikin'

Pelşîn Tolhildan diyar kir, Sema Yuce di têkoşîna wan de qonaxeke girîng e û got, "Em ê mîrateya hevrê Sema her tim bişopînin û hezar carî jî me bişewitînin, em ê her tim xwe ji xweliyên xwe ava bikin."

Li ser kesayetî û çalakiya Sema Yuce ya di sala 1998'an de li zîndana Çanakkaleyê li dijî polîtîkayên teslîmgirtinê yên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê bedena xwe da ber agir, Pelşîn Tolhildan ji ANF'ê re axivî.

Tolhildan di şexsê Sema Yuce de hemû şehîdên zîndanan û şoreşê bibîr anî û got, "Yuce di sala 1971'ê de ji malbateke welatparêz li Bazîdê ji dayik bû. Malbatê navê Leyla Qasim lê kir û hevala Sema jî ev xeta berxwedanê ya Leyla Qasim ji nû ve zindÎ kir."

XWEDÎDERKETINA LI KURDBÛYÊ

Tolhildan da zanîn, wê Sema Yuce li nas kiriye û got, "Tevî ku wê wextê min zêde Kurmancî fêm nedikir jî, min gelekî hez ji guhdarîkirina li stranên wê dikir. Dema ku dît, stranên wê bandorê li min dike ji min pirsî ku ez bi Kurdî dizanim yan na. Dema hîn bû ku nizanim, hevala Sema bi rengekî ku dide fêmkirin ji min re got, 'Dayik û bavê te bi kîjan zimanî bi te re daxivin?' Min jî jê re got, bi Zazakî. Piştre hevala Sema bi sekneke ji xwe bawer ji min re got, 'Ji niha û pê ve eger kesekî ji te pirsî ku tu Kurd e yan na, bi serbilindî jê re bêje ez Kurd im'.

Çiqasî bi tundî got jî, ez qet pê neêşiyam û vê helwesta wê bandor li min kiribû. Mîna ku hişmendiya xwedîderketina li Kurdbûyînê dabû min."

Tolhildan da xuyakirin, ku Yuce demekê li herêma Mêrdînê ma, piştre derbasî qada Serokatiyê bû û got "Tiştekî ku ne rast didît, ti carî jê re nedigot ev rast e. Bi Rêbertî re gelek diyalog dikir. Di van diyalogan de dema Rêbertî nêrîna wê digrit, yên tevlî nedibû dikarîbû bigota 'ez tevlî nabim'. Ti endîşeya xwe nebû, gelekî wêrek bû."

BI ÇALAKIYA XWE, BÎRDOZIYA RIZGARIYA JINÊ SILAV KIR

Li ser çalakiya Sema Yuce ya li zîndanê Pelşîn Tolhildan ev nirxandin kir:

"Hevala Sema pêşenga pêngava 'hûn nikarin roja me tarî bikin' a di sala 1998'an de hat destpêkirin bû. Bi vî rengî xeta têkoşînê ya sala 98'an diyar kir. Li zîndanê rê û rêbazên meşandina têkoşînê gelekî kêm in. Hevala Sema li hemberî komployên wê demê li dijî Rêbertî dihatin kirin û li hemberî xeta teslîmkariyê çalakî pêk anî. Li hemberî komploya li dijî Rêberê me, hevrê Sema got, 'Çawa ku li ezmanan du roj nîne, ji bo gelê Kurd jî du rêber nabe' û bi vî rengî bersiv da polîtîkayên teslîmgirtinê.

Bi vê çalakiya xwe ve, bîrdoziya rizgariya jinê ya ji aliyê Rêber Apo ve hat ragihandin silav kir. Baweriya xwe ya bi jinên Kurd bilêv kir, ku wê xwe ji xweliyên xwe ji nû ve bafirînin. 18 sal di ser re debas bûne, lê di roja îro de jî ji bo me jinan çavkaniyeke perspektîfê ye. Rêber Apo wateyeke gelekî mezin da çalakiyê û ew weke Xwedawendê pênase kir.

Hevalê Fîkrî Baygeldî jî hevrê Sema weke fermandara xwe dît û bi çalakiya xwe bû bersiv. Mezinahiya hevala Sema ji ber çalakiya wê ye. Çawa ku bi çalakiya xwe hewl da xwe bafirîne, ji bo têkiliya jin-mêr a li ser bingeha azadiyê, gelekî bandor kir.

Hevala Sema Yuce di têkoşîna me de qonaxeke girîng e. Em ê mîrateya hevrê Sema her tim bişopînin û hezar carî jî me bişewitînin, em ê her tim xwe ji xweliyên xwe ava bikin. Em ê agirê li Cizîrê vêketiye bi agirê Semayan bêhtir watedar bikin û di nava her şert û mercî de ji têkoşînê venegerin."