Em ê di demeke nêz de mizgîniya serketina Minbicê bidin
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic diyar kir, pêşveçûna wan a li bajêr dewam dike û destnîşan kir, ku ew ê di demeke nêz de mizgîniya azadî û serketina Minbicê bidin gelên xwe.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic diyar kir, pêşveçûna wan a li bajêr dewam dike û destnîşan kir, ku ew ê di demeke nêz de mizgîniya azadî û serketina Minbicê bidin gelên xwe.
Mistafa Minbic da xuyakirin, ku pêngava wan a azadkirina Minbicê bi rengekî serketî dewam dike û da zanîn, şervanên wan mal bi mal, kolan bi kolan bi pêş ve diçin û wê di demeke nêz de mizgîniya serketinê bidin gelan.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic rewşa dawî ya li bajêr û rewşa sivîlan ji ANF'ê re vegot.
ÊRÎŞÊN ÇETEYAN HATIN PÛÇKIRIN
Minbic diyar kir, di nava 57 rojên bihurî yên Pêngava Rizgarkirina Minbicê de beşeke girîng a bajêr hatiye kontrolkirin û li bakur, rojava û başûrê bajêr heta bendava Tişrînê li qadeke berfireh çar êrîşên mezin lihemberî wan hatin kirin.
Minbic da xuyakirin, ku ev her çar êrîşên mezin ji aliyê şervanên wan ve bi vîna ji pola hatine pûçkirin û got, "Şervanên me niha li navenda bajêr mal bi mal bi kolan bi kolan operayona xwe ya serketinê dewam dikin. Li navenda bajêr di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên me de şerekî dijwar diqewime.
Pêngava rizgarkirina Minbicê di roja 58. de bi rengekî serketî dewam dike. Bi rêya we dixwazim vê mesajê bidim gelên me; em ê di demeke nêz de mizgîniya serketinê bidin we gelên xwe."
LI PIŞT ÊRÎŞAN DEWLETA TIRK HEYE
Mistefa Minbic ragihand, ku wan beriya niha jî dabûn xuyakirin, li pişt êrîşan dewleta Tirk heye û wiha pê de çû: "Em îro jî heman tiştî dibêjin. Li gorî me, êrîşên demên dawî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine plankirin û bi hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ'ê tên kirin."
Minbic da xuyakirin, ku hem çeteyên DAIŞ'ê hem jî çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê bi têkiliyên xwe yê aboriyê û qaçaxçitiya berhemên dîrokî hebûna xwe didomînin û got, "Ji bo van têkiliyên aboriyê, cihê herî stratejîk Minbic e. Ji ber ku Minbic li ser rêya Sûriye-Iraqê ye. Yanî ji bo qaçaxçitiya berhemên dîrokî û petrola li Iraq û Sûriyeyê, navendeke girîng e. Dewleta Tirk ji bo di warê aborî de xwe li ser piyan bigire, naxwaze Minbicê ji dest berde.
Di heman demê de çeteyên DAIŞ'ê jî naxwazin vê derê winda bike. Ji ber ku Minbic ji bo çeteyan çavkaniya jiyanê ye."
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic anî ziman, azadbûna Minbicê tê wateya derba li têkiliyên polîtîk û aboriyê yên navbera DAIŞ û dewleta Tirk û diyar kir, dewleta Tirk ji bo pêşveçûna hêzên wan ên li bajêr asteng bike, ji xeta Cerablûsê çeteyên DAIŞ'ê derbas dike û êrîşan pêk tîne.
DAIŞ NAHÊLE SIVÎL DERKEVIN
Li ser rewşa sivîlan a li Minbicê navborî da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê hê nahêle sivîl ji bajêr derkevin û sivîlên hewl didin derkevin jî ya qetil dikin yan jî wan weke mertalên zindî bi kar tînin.
Mistefa Minbic got,ku wan beriya niha jî ragihandibûn; ewlekariya jiyana sivîlan ji bo wan esas e û diyar kir, wan heta niha bi gelek rê û rêbazan sivîl ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine û derbasî qadên azad kirine.
Minbic da zanîn, her roj bi sedan sivîl ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê direvin, xwe digihînin qadên azad û got, "Lê hê jî sivîlên nikarin derkevin hene. Gelek malbatên ji navenda bajêr reviyan û xwestin xwe bigihînin qadên azad, ji ber mayînên çeteyên DAIŞ'ê yan jî ji ber gulereşandina ji aliyê çeteyan ve hatin kirin, jiyana xwe ji dest dan. Ev rewş hê jî dewam dike. Rêxistinên mafên mirovan ên pêngava me dişopînin, dizanin bê em çiqasî ji bo jiyana sivîlan bi hesasî tevdigerin. Di vî warî de rapor jî amade kirine."
BILA GUMANA KESÎ NEBE, SERKETIN NÊZ E
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic herî dawî ev mesaj da:
"Ez dixwazim vê yekê jig elên me re bêjim; Bi azadbûna Minbicê re wê di rêya demokratîkbûna Sûriyeyê de gaveke girîng hatibe avêtin. Daxwaz û hesreta azadî, edalet û wekheviyê ya gelên Sûriyeyê wê bi azadiya Minbicê re ji gelek aliyan ve bersiva xwe bibîne. Bila gelê me hinekî din jî sebir bike, kêm ma ye Minbic bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê were paqijkirin. Di demeke nêz de em ê mizgîniya serketin û azadiyê bidin gelên xwe. Bila gumana kesî ji vê tinebe."