'Em ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji axa xwe derxînin'

Brûsk Tirkmenî û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Egîd Tirkmenî gotin, armanca wan a bingehîn afirandina jiyaneek azad û wekhev ji bo hemû gelên Sûriyeyê ye û destnîşan kirin, ku ew di vê oxirê de têdikoşin.

Şervanên Tirkmen ên li derdora Minbic û Babê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê 'Koalîsyona Sûriyeyê' li ber xwe didin, ji ANF'ê re axivîn.

Şervan Brûsk Tirkmenî û Egîd Tirkmenî dan xuyakirin, ku ew ji bo avakirina Sûriyeyeke Demokratîk a gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî û Tirkmen bi ziman û ala xwe lê bijîn, têdikoşin.

'DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN KOALÎSYONA SÛRÎ ÊRÎŞÎ VÎNA JIYANA HEVPAR DIKIN'

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Egîd Tirkmenî anî ziman, pêngava rizgarkirina Minbicê pêngava jiyana azad û hevpar e û diyar kir, bi dayîna berdêlên gelekî giran, Minbic hatiye rizgarkirin.

Egîd Tirkmenî da zanîn, weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ew dixwazin di navbera gelan de bibin pirek û got, "Em dixwazin hemû gel bi rengekî wekhev û hevpar bijîn." Egîd Tirkmenî destnîşan kir, ew ê li pêşberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê yên li dijî Minbicê bêdeng nemînin.

Tirkmenî ragihand, armanca wan paqijkirina tevahiya axa Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê û Koalîsyona Sûriyeyê ye û got, avêtina dewleta Tirk ji axa dagir kriiye, deynê li stuyê hemû hêzên gel ên azadîparêz û şoreşger e.

Egîd Tirkmenî bang li gelê Tirkmen bi taybetî ciwanên Tirkmen kir ku cihê xwe di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de bigirin û di serî de Bab û Minbicê tevahiya axa Sûriyeyê ya hatiye dagirkirin rizgar bikin.

'KUJERÊ TIRKMENAN, TIRKIYE Û ÇETEYÊN DAIŞ Û KOALÎSYONÊ YE'

Di dewama axaftina xwe de şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Egîd Tirkmenî bal kişand ser êrîşên rojên dawî yên dewleta Tirk dibe ser Minbicê.

Tirkmenî got, "Dewlet Tirk alîkariyê nade Tirkmenan. Dewleta Tirk di bin navê Tirkmenan de alîkariyê dide komên çete yên wekî Tûgaya Sûltan Mûrat, Lîwa Hemze, Feyleq Şam, Feylaq 16, DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam. AKP/Erdogan ji destpêka şer û vir ve bi qemyonan çek û cebilxane şand ji van komên çete re. Îro hê jî dişîne.

Desteka leşkerî û lojîstîk a ku AKP/Erdogan di bin navê alîkariya ji bo Tirkmenên li Sûriyeyê şand ji çeteyan re, li Minbicê ket destê şervaên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Dewleta Tirk îro bi rengekî vekirî alîkariya çek, cebilxane û lojîstîkê dide van çeteyan.

Û ev kom ji aliyê gelek hêzên navneteweyî ve weke Îslamiyên tund tên binavkirin. Lê hêzên navneteweyî li pêşberî vê rewşê bêdeng in. Dewleta Tİrk ji hewa û erdê ve êrîşî şervanên me, gelê me û axa me dike. Tevî van êrîşan çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' û çeteyên DAIŞ'ê jî êrîşî Minbicê dikin."

'TÛGAYA SÛLTAN MÛRAT Û KOMÊN DIN ÊN ÇETE TIRKMENAN NAPARÊZIN'

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Brûsk Tirkmenî da xuyakirin, ku hin komên bi navê Tûgaya Sûltan Mûrat, Lîwa Hemze û Eniya Tirkmenên Sûriyeyê ku ji aliyê MÎT a Tirk ve hatine avakirin birêvebirin, Tirkmenan naparêzin.

Brûsk Tirkmenî diyar kir, van koman heta niha serê gelek Tirkmenên bîat ji wan re nekirine, jê kirine û gelek ji Tirkmenan ji aliyê van koman ve hatine sirgûnkirin û îşkence li wan hatiye kirin.

Brûsk Tirkmenî anî ziman, ew Tirkmenê ji herêma Babê ye û ragihand, dewleta Tirk heta roja îro ti alîkarî nedaye Tirkmenên Sûriyeyî û bang li gelê Tirkmen kir.

BANGA LI GELÊ TIRKMEN

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Brûsk Tirkmenî destnîşan kir, ku li dijî dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' û DAIŞ'ê, li Minbicê û gelemperiya herêma Şehbayê berxwedaneke dîrokî tê nîşandan.

Brûsk Tirkmenî diyar kir, dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' ji bo vîna jiyan û têkoşîna hevpar a gelan ji holê rakin, êrîşî Bab û Minbicê dikin û bang li gelê Tirkmen kir ku bi rengekî çalak li ber dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk rabe.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Meclîsa Leşkerî ya Babê Egîd Tirkmenî û Brûsk Tirkmenî bang li ciwanên Tirkmen kirin, ku tevlî nava refên hêzên gel ên azadîparêz bibin û têkoşîna şoreşê û berxwedanê geş bikin.