BI DÎMEN

'Em ê dest ji rojnamevaniyê bernedin'

Kedkarên çapemeniyê diyar kirin, li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin û li hemberî zext û zordariyê destnîşan kirin, ku berdêla xwe çi dibe bila bibe ew ê her tim rastiyan binivîsînin.

Kedkarên çapemeniyê diyar kirin, li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin û li hemberî zext û zordariyê destnîşan kirin, ku berdêla xwe çi dibe bila bibe ew ê her tim rastiyan binivîsînin.

Kedkarên çapemeniyê, zext, şîdet û polîtîkayên zordar ên desthilatdariya AKP'ê li hemberî çapemeniyê dimeşîne ji ANF'ê re nirxandin.

Edîtorê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Omer Çelîk: Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve malpera înternetê ya ajansa me tê astengkirin. Di 3'ê Gulanê 'Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê' de cara 36'an hat astengkirin. Zextên li hemberî ajansa me ne tenê ev in. Di heman rojê de 2 hevalên me yên rojnamevan, ji ber karê xwe yê rojnamevaniyê hatin binçavkirin. Tevî van her du hevalên me 9 nûçegihanên me jî ji ber 'rojnamevaniyê' hatin girtin û niha girtî ne. DÎHA ne saziya yekane ye ku li pêkanînên bi vî rengî rast tê. Rewşa heyî bi rengekî zelal nîşan dide, ku hemû organên çapemenî weşanê yên mûxalîf, bi van pêkanînên desthilatdariya siyasî re rû bi rû ne. Di vê çarçoveyê de hin sazî bi tenê bi cezayê pereyan tên cezakirin, lê hin sazî jî tên girtin.

Weke ku tê zanîn, desthilatdariyên siyasî di her serdemê de li hemberî saziyên çapemeniyê yên rastiyan derdixînin holê, polîtîkaya zext û zordariyê dimeşînin. Di roja îro de jî dadgerî û TÎB a di bin kontrola AKP'ê de ne heman polîtîkayê dimeşînin. Belê di dema berê de polîtîkaya zext û şîdetê hebû, lê îro ev yek bi pêvajoya şer a ji aliyê AKP'ê ve hat destpêkirin re zelaltir bûye.

Nûçegihana Hayat TV Meltem Akyol: Mirov dikarin bêjin, ku bi taybetî piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê zexta li ser çapemeniya li Tirkiyeyê zêde bûye. Li her devera cîhanê, dewlet dema sûcekî dike û hewl dide delîlan winda bike, dema rojname yan jî qenaleke televîzyonê dixwaze van rastiyan derxîne holê, yekser zextê li wan dike. Li Tirkiyeyê ev demeke dirêj e zextek li ser çapemeniya jê re 'çapemeniya navendî' tê gotin tê kirin û bi vî rengî li kêleka desthilatdariyê hatiye bicihkirin. Bi tenê mîna me çend qenalên televîzyonê û hin rojname, ji bo ronîkirina rastiyan rojnamevaniyê dikin.

Bi taybetî di dema dawî de rojnamevanên hewl dan rastiyan ji gel re ragihînin hatin kuştin, birîndarkirin, binçavkirin û girtin. Hînê zêdeyî 30 rojnamevan girtî ne. Em di pêvajoyeke welê de ne, ku nikare bê gotin 'desthilatdarî nikare filan tiştî bike'. Lê belê berpirsyariyeke me heye ku em rastiyan vebêjin û çi dibe bila bibe em ê rêyeke vegotina rastiyan bibînin. Ew naxwazin Cizîr, Sûr, Silopiya, Şirnex, Nisêbîn û Gever bê bihîstin, bê dîtin, bê zanîn. Dema mirov wijdan, însanetî û gelek nirxên giranbuha deynin aliyekî û bi tenê bi çavê pîşeyî li vê rewşê binêrin jî, ev yek 'hêjayî' nûçeyê ye. Li wan deveran sûc li dijî mirovahiyê hat kirin û hînê tê kirin. Berpirsyariya me ye ku em vê nîşan bidin. Lewma desthilatdarî ewçend zextê li me dike.

Xuya ye zêdeyî 600 qenalên televîzyonê û rojnameyên wan têra wan nake, ku hewl dide çend saziyên çapemeniyê yên mayî jî bitirsînin û ber bi aliyê xwe ve bikişînin. Li hemberî vê yekê çi dibe bila bibe, em ê wezîfeya xwe bi cih bînin, em ê rojnamevaniyê bikin.

Nûnerê IMC ê Amedê Farûk Balikçi: Tirkiye di rêza azadiya çapemeniyê ya cîhanê de di rêza 151. de ye. Ev statîstîk nîşan dide bê li Tirkiyeyê çapemenî çiqasî azad e. Weke ku tê zanîn pîvana azadiya ramanê ya li welatekî, azadiya çapemeniyê ye. Li Tirkiyeyê di dema dawî de zext û êrîşên giran li çapemeniya mûxalîf tê kirin. Ev rewş ne tenê li hemberî çapemeniya mûxalîfe e. Hûn rabin bi rengekî objektîf nûçegihaniyê bikin, hûnê dîsa bibin hedefa desthliatdariyê. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê di her serdemê de hewl hatiye dayîn çav, guh û zimanê gel çapemenî bê astengkirin.

...