‘Em ê bi çalakiyên xwe destekê bidin hilbijartiyên xwe’

Li dijî qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê nerazîbûnek jî ji Mexmûrê hat. Hevseroka Meclîsa Demokratîk Îlhan got; “Ev darbeya siyasî ya li hemberê siyaseta Kurd xwe ranegirtinek ku li hember têkoşîna gelê Kurd pêk tê.”

Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan têkîldarî binçavkirin û girtina Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP’ê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku ev darbeyeke siyasî ya li hember îradeya gelê Kurd e.

Îlhan di dewama axaftina xwe de bal kişand ku bi vê operasyonê ve hewl tê dayîn ku têkoşîna Tevgera Azadiyê ya 30 salan di qada sîyasî de têk bibin û wiha pê de çû; “Ev ji bo teslîmgirtina îradeya gel e. Bi vê operasyona li hemberê sazî û parlamenterên gelê Kurd dixwazin bi awayekî eşkere vîna gel teslîm bigrin.Dewleta Tirk niha dixwaze li qada siyasî gelê Kurd teslîm bigre, lê bi salan e heman polîtîkayê dimeşîne. Lê belê, di encam de vîna gel  her tim bi ser ketiye. Gelê Kurd li qada sîyaseta demokratîk bi pêşengtiya Serok Apo ve destkeftiyên mezin bi dest anîn. Dijminê ku xwe li van serkeftinên gelê Kurd ranagire ji her alî êrîş dike. Ev darbeya siyasî ya li hemberê siyaseta Kurd xwe ranegirtinek ku li hember  têkoşîna gelê Kurd pêk tê. Ji ber vê jî divê em gelê Kurd di ferqa vê yekê de bin.”

‘EM VÎNA XWE YA SIYASÎ BIPARÊZIN’

Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan bang li gelê Kurd kir ku li her qadên Kurdîstanê û cihanê, divê gel bi yek dil, yek deng û yek rengî li hember van êrîşan dakevin û wek êrîşên berê van êrîşan jî vala derxin.

Îlhan wiha dawî li axaftina xwe anî; “Wê demê ji bo gelê Kurd û Kurdîstanî karibin di qada navnetewî û Rojhilata Navîn de xwe îfade bikin em polîtîkayek rast, siyasetek rast bidin avakirin. Em vê yekê baş dizanin ev êrîş li hember destkeftiyên gelê Kurd in.Ger em li hember van bêdeng bimînin, em bêhelwest bimînin, em ê wan destkeftiyan jî ji dest bidin. Ji bo vê yekê wek gelê Mexmûrê jî wek Meclîsa Demokratîk a Mexmûrê jî , em ê îro di saet çaran de çalakiyekê li dar bixin û nirxandina vê pêvajoya giran a li ser gelê Kurd bikin. Em wek gelê Mexmûrê jî piştgiriya siyasetmedarên xwe dikin. Piştgiriya siyaseta xeta demokratîk a ku pêşengtiya Serok APO dikin. Ji ber vê yekê em bang li her Kurdekî dikin ku li hember vê dagirkeriya dewleta Tirk û AKP’ê bêdeng nemînin û di asteke herî bilind de jî dengê xwe rakin.Em her qadê bikin qada têkoşînê. Em vîna xwe ya siyasî, vîna xwe ya azad biparêzin.”

 

...