'Em deyndarê şervanên azadiyê ne'
Jinên Minbicî Ayşe Mihemed Ehmed û Xalîde Ehmed ên xwe li qadên azad ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê girtine, qala jiyana jinê ya di nava dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de kirin.
Jinên Minbicî Ayşe Mihemed Ehmed û Xalîde Ehmed ên xwe li qadên azad ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê girtine, qala jiyana jinê ya di nava dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de kirin.
Jinên Minbicî yên ji sala 2014’an û vir ve hewl didin di nava dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe bidomînin, piştî ku pêngava rizgarkirina Minbicê ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat destpêkirin, ji bajêr direvin û xwe li qadên ji aliyê şervanan ve hatine rizgarkirin digirin.
Ayşe Mihemed Ehmed bibîr xist, ku di dema rejîma Baas de timî zext li jinê dihat kirin, lê bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re çeteyên DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û Ceyş El Îslam hîn bêhtir zext li jinê kirin.
Ayşe Mihemed Ehmed da xuyakirin, ku çeteyên îdîa dikin ku ji bo Îslam û Xwedê şer dikin jinan qetil dikin, îşkenceyê li wan dikin, dest davêtin jinan û wan sirgûn dikin. Ehmed destnîşan kir, ku di rewşeke bi vî rengî de Şoreşa Rojava derket holê.
Ayşe Mihemed Ehmed diyar kir, vê rewşê bandor li jinên li Sûriye û tevahiya cîhanê kiriye û da zanîn, Şoreşa Rojava qalibên li nava civakên li Rojhilata Navîn, bi taybetî yên li jinê tên ferzkirin, parçe kiriye.
Ayşe Mihemed got, „Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku herêma me dagir kirin, modeleke Îslamê ya li gorî îdeolojiya xwe afirandin. Li gorî vê modela wan, jin bi tenê kincekî bi yek şeklî yê reş li xwe dike“ û ragihand, jin bêyî mêrekî li cem nikare derkeve derve.
Jineke din a Minbicî Xalîde Ehmed jî diyar kir, piştî ku herêm ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagir kirin tirseke mezin ketiye dilê gelên herêmê û ragihand, çeteyên DAIŞ’ê mirovan bi saxî dişewitînin, serî, dest, mil û lingan jê dikin û îşkenceyê dikin.
Xalîde Ehmed da zanîn, ku ji ber van rêbazên barbarî yên çeteyên DAIŞ’ê li gelên herêmê dike, mirov ji bo karibin jiyana xwe bidomînin, ji tirsa bîatê ji çeteyan re dikin.
Xalîde Ehmed diyar kir, piştî ku Minbic ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dagir kirin, jiyana jinê hermî, weke koleya seksê hat bikaranîn û mafê jiyanê li gorî pîvanên çeteyan hat naskirin. Ehmed destnîşan kir, ku ji ber vê yekê jiyana jinan piştî dagirkeriya DAIŞ’ê herimî.
Xalîde Ehmed got, „Piştî ku bajarê me hat rizgarkirin ez ê lê vegerim û lê bijîm. Lê ez ê vê carê li Minbicê bi rengekî azad bijîm“ û bibîr xist, ku gelên Sûriyeyê pir reng û pir deng e.
Xalîde Ehmed diyar kir, komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam nikarin vê pirengî û pirdengiyê tine bikin û yek bi yek spasiya şervanên tevlî pêngava rizgarkirina Minbicê bûne, kir.
Xalîde Ehmed destnîşan kir, ku azadiya wan bi saya berxwedan û fedekariya mezin a şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye û ew deyndarê van şervanên azadiyê yên canê xwe feda dikin e.