Sûat Turk da xuyakirin, ku piştî hilweşandina bajarên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, wan li ser navê mirovahiyê dest bi kampanyaya alîkariyê kirine, malzemeyên înşeatê kom kirine û ji bo ji nû ve avakirinê banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.
ELÎF DOGAN
AMED / ANF
yekşem, 28 gelawêjê 2016, 08:42
AKP/Qesr, ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê xwe li têkçûnê ranegirt, li hemberî gelê Kurd şerekî topyekûn îlan kir û sûcên giran ên li dijî mirovahiyê kir. Di serî de navçeya Sûr a Amedê, li Farqîn, Nisêbîn, Şirnex, Silopiya, Gever û gelek bajar û navçeyan derketina derve qedexe kir û bi destê artêş û polîsên Tirk komkujî kir. Tevî qetilkirina mirovan bi rengekî hovane, vî şerî rê li ber koçberiyê jî vekir.
'AKP'Ê JI BO DESTHILATDARIYA XWE ŞER DA DESTPÊKIRIN'
Yek ji navçeyên li xezeba dewleta Tirk rast hat, Gever e. Li Geverê, di dema şer û piştî wê de bi hezaran avahî hatin xerakirin û şewitandin. Li gorî saziyên pêwendîdar, 3000 avahî lê wer bû, ku nema karibin bên bikaranîn. Piraniya şêniyên navçeyê jî neçar man koçî bajar û navçeyên cîran bikin. Komîsyoa Piştgiriya ji bo Geverê, ku ji saziyên civakî yên sivîl pêk tê, berî demsala zivistanê were zend û bend ba da û ji bo mirovên neçar man e koç bikin li cih û warên xwe vegerin, dest bi karê ji nû ve avakirinê kir. Endamê Komîsyonê Sûat Turk ji ajansa me re axivî û diyar kir, hikûmeta AKP'ê ji bo parastina desthilatdariya xwe li gelek bajar û navçeyên kurdistanê şer da destpêkirin. Turk der barê xebata xwe de jî agahî da.
'MALZEMEYÊN ÎNŞEATÊ YÊN PÊWÎSTÎ BI WAN HENE'
Sûat Tur da zanîn, ku ew giraniyê didin ser Geverê û hewl didin xisara li navçeyê bûye, di raporekê de destnîşan bikin. Turk destnîşan kir, ku li Geverê drameke mezin a mirovahiyê rû daye. Sûat Turk anî ziman, piştî ku şer destpê kir ji sedî 80 ê geverê hat valakirin, bi qedandina şer re mirov dixwazin li cih û warên xwe vegerin, lê belê malên wan ji holê hatine rakirin. Turk got, "Zêdeyî 6 hezar 700 avahiyan zerar dîtine. Hin ji van bi erdê re bûne yek. Hinekan jî kêm zerar dîtine. Ji bo sererastkirina yên kêm zerar dîtine, me malzemeyên înşeatê kom kirin û dest bi kar kirin. Hin mirov dixwazin alîkariya bi pere bidin. Lê belê em ji wan dixwazin ku bi wî pereyî malzemeyan bikirin û bi vî rengî destekê bidin. Pêdiviyên xwarin, kincan êdî rûtîn e. Niha pewîstî bi malzemeyên înşeatê yên weke çîmento, fayans hwd. heye. Wekîlên me dema tên herêmê destekê didin û gelê me jî geleî bi berpirsyarî radibe.
'PÊWÎSTIYA KURDAN BI SEFERBERIYÊ HEYE'
Turk da zanîn, ji ber rewşa xwe ya hewayê li Geverê dibe ku di her kêliyê de hewa sar bibe û ragihand, bêyî destpêkirina zivistanê divê ew bi lez dest bi înşeatê bikin. Sûat Turk diyar kir, komîsyonên wan hewl didin xwe bigihînin gelek mirovan û da xuyakirin, ku ew dixwazin weke kaê destpêkê 300 xaniyan çêbikin. Turk got, "Ev karê me têra pêçandina birîna mirovên li wir nake. Ji ber ku weke gelê Kurd pêwîstiya me bi seferberiyeke topyekûn heye. Ne tenê li Geverê, li gelek bajarên din ên Kurdistanê jî rewşeke bi vî rengî heye. Ji bo em karibin alîkariyeke xurt bidin pêwîstî bi yekîtiyeke mezin heye. Gelê Geverê amade ye birînên xwe bipêç e, lê destûr ji vê re nayê dayîn. Di destpêkê de xwestin li binê konan birînên xwe bipêç in, lê destûra vê jî nedan."
'HEMA JI BER XWE VE BOMBE AVÊTINE MALAN'
Turk ragihand, li cihên şer lê neqewimiye jî avahî hatine hilweşandin û got, "Tu dibîne şopeke bi tenê ya fîşekekê nîne, lê avahî hedef hatiye girtin û hilweşandin. Bêguman bi nezantî û bi kêfî bombe li avahiyê barandin."
Turk herî dawî anî ziman, ku weke komîsyonê ew ê lezê bidin xebatê xwe û heta berf bibare ew ê xaniyên dikarin bên sererastkirin, ji nû ve çêbikin. Turk da xuyairin, ku ew li pişt kampanya xwe ne û çi astengî derkevin pêşiya wan jî ew ê rêya xwe dewam bikin. Sûat Turk destnîşan kir, ku ew ê gelê Kurd radestî însafa hêzên Tirk nekin.