BI DÎMEN

Em bêdengiyê bi Şirnexê re biqelêşin…

Em li cihê ku me ji dest dayî li ronkahiyê bigerin. Em ji Şirnexê dest bi hevgirtinê, destekê bikin û biqelêşin vê bêdengiyê. Ji ber ku faşîzm herî pir ji deng ditirse.

Cara pêşî ye ku berfa hûrik hûrik dibare li Şirnexê nayê. Cara pêşî ye ku kuçe ev çend bêdeng û ker in. Cara pêşî ye ku Şirnex ev çend westiyayî. Hêvî her çendî ne kêmî heybeta Cûdî be jî, vê bêdengiyê Şirnex westand. Şirnex cara pêşî ye ku ji bêdengiyê diricife.

Berfeke hûrik dibare, weke ku dinixumîne hemû dîmenên hovîtiyê lê ya li bîrê wê çawa were nixumandin, xwerist hê ev çend ne xurt e. Şirnex hîn bûye ku zarokên wê li kuçe û kolanê bivirvirin û bilizîn. Bi salan hîn bûye ku bi agirê serhildanê xwe germ bike.

Ya ku desthilatdaran dixwest ew bû ku li Şirnexê êdî ji ti kulekan dûxan bilind nebe û careke din nekenin zarokên xweşiktirîn bajarê Şirnexê, lê wiha nebû. Zarokên xweştirîn bajarê Botanê careke din nekenin? Ev nebû. Şirnexiyên ku li bajarê xwe vegeriyan bûne serbilindiya her kesî. Pêşî li  quntarên çiyayan konê xwe danîn, roj bi roj temaşekirin li kuçeyên xwe, bajarên xwe, malên xwe yên ku li ber çavên wan dihate kavilkirin.

Hate xwestin ku wan ji welatê wan dereke bikin. Ji ber ku bi koçberiyê tê jibîrkirin rabirdû jî û dahatû jî. Hesabekî gelê Botanê bi rabirdûya wan re jî hebû. Şirnexiyan jî 264 rojan li konan jiyan, li gundê ku jê hatin û neterikandin bajar û kuçeyên xwe. Bi sebr û semax…Niha leşkerên tîran dagir kirine kuçeyên Şirnexê. Cara pêşî ye ku vî bajarî dibînin leşkerên kirêkirî. Ne weke ku hatiye gotin e helbet. Sistbûna nîjatperestiyê piştî demekê bêfêde ye li hemberî heqîqetê. Gelo li bêmanebûna nivîsa li têketa ‘’Şirnex bajarekî Tirk e’’ difikirin, nayê zanîn.

Niha pesnê xwe didin bi qirkirina xwe. Şirnex weke enstalasyona mêtingeriyê li pêşberî me ye. Diqîre bi ser kor û kerran de, ‘’Ez berhema we me’’ Helbet weke Lao Tzu gotî, ‘’Kesê ku nexwazê bibîne, kor e.’’

Ên ku çavikek xanî ji xwe re dîtî ji xwe re deman kiriye û ketiyê. Dixwazin jiyaneke ji nû ve biafirînin. Li hêla din jî li Şirnexê hilweşîna didome. Heta kengî, kûderê wê bidome ev talan û kavilkirin nayê zanîn. Nayê zanîn bê ka ev firaxên li malên kavilbûyî bi kû ve çûn?

Bi giranî berf bidare bi ser Şirnexê de, spiya ku kavilan vedişêre weke ku wê bikaribe êşan jî bihedinîne. Ev xak ku ti caran hêvî lê xilas nebûye, li cihê ku kaba xwe xwe lê daniye radibe ser xwe.

Li bajêr avahiyên civaka sivîl jî hatine hilweşandin. Weke ku berxwedan tenê bi bînahiyan sînordarbe. Li kuçe û kolanan, li gel berf û baran û heriyê xebatên HDP’ê jî dewam dikin.

Çi mirovekî ku dibînin, dest li wan didin, hêvî û baweriyê zexm dikin.

Ên ku heqiqetê ji gel werdigirin ew in. Ji ber ku hêvî jî, berxwedan jî gelê Şirnexê ye. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Nuran Imîr dibêje, ew dixwazin xwe bigihînin her kesî, ‘’Li cem gel berxwedan û hêvî geş e. Ji bo ku xwedî li kuçe û kolanên neyî xwedî derbikevin dîsa hatin. Dewlet jî herî pir ji vê ditirse. Çi jî bike nikare gel ji xaka wan qut bike. Li gel pêdiviya madî pêdiviya gel bi desteka manewî jî heye.’

Bi sîstematîk hewl dane ku Şirnexê ji nexşeyê rakin. De qey ev nîşaneya hezkirina biratiya Tir-Kurdan e ku bi salan digotin. Nûnerê biratiyê şewiyandine, kavil kirine û talan kirine bajar. Em vê hilweşînê ji salên 90’î j itiştên ku bi serê gundan anîn nas dikin, ji 38’an, ji Dêrsimê û hê duh ji Roboskî nas dikin. Carinan em behsê dikin, dema ku tarîtî kûmişî ser welêt, vê tarîtîyê ji vir dest pê kir. Me nexwest fêhm bikin, bibînin û bibihîsin. Me got, ji me dûr e, destê wê nagihije me. Gêdûka ku ronkahî qelişandî ji vir dest pê kir, mezin bû û her dever dorpêç kir…

Divê em li cihê ku me winda kirî li ronkahiyê bigerin. Divê em ji Şirnexê dest bi hevgirtinê, destekê bikin û biqelêşin vê bêdengiyê. Ji ber ku faşîzm herî pir ji deng ditirse…