Navenda Giştî ya Egîtîm Senê, şîdeta k udi 14’ê tîrmehê de li hemberî girseya ku xwestin mîtîngê pêk bînin û gelek kes k udi nava wan de parlamener jî hebûn birîndar bûn, bi awayekî tund şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin: “Tiştê ku pêk hatin di encama rêya çareseriyê ya AKP’ê de pêk hatin. Kurdên ku dixwazin xwe di qada demokratîk de îfade bike tune tên hesibandin. AKP ya ku dixwaze di çareseriya pirsgirêka kurd de riya diyalogê bişopîne, zext û zordariyên xwe roj bi roj zêde û bi vê wehşeta dawî ya Amedê ev yek nîşan daye. AKP azadiya ramanê ya kurdan tune dihesibîne. Azadiya ramanê ya xwendekar, rojnameger, akademîsyen û nûnerên sendîkayan tune dihesibîne . AKP kesên ku wekî wan nefirkire hemûyan bêdeng dihêle.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Di pergala nû AKP’ê de, ji bo kurdên ku dixwazin xwe di qada demokratîk de îfadeb bikin, xwedekarên dixwazin bê pere bixwînin, akademîsyenên lêkolînger û lêpirsîn dikin, rojnamegerên rast dinivîsin, şanogerên xwedî li hunera xwe derdikevin, kedkarên li dijî binpêkirina mafan têdikoşin, cih tune. Em wehşaeta ku herî dawî qewimîn jî şermezar dikin.”