Endama Meclîsa PAJK'ê Zelal Edessa got, "Azadî bi rengê jinê derketiye holê. HDP a xwedî cewhera jinê ye, mîna dayikekê hemû maf, bawerî û derdorên cuda yên civakê hembêz kiriye" û bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.
Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Zelal Edessa, hilbijartinên 1'ê Mijdarê û girîngiya serketina HDP'ê ji ANF'ê re nirxand.
Edessa da xuyakirin, ku piştî şoreşa jinê ya li Rojava, rûdna şoreşa civakî ya li Bakurê Kurdistanê jiyanê li dora jinê dihûne û destnîşan kir ku kaosa li Rojhilata Navîn, şoreşeke gelan-jinan ferz dike.
Edessa diyar kir ku ji hembeza şoreşa Kurdistane ya îro, şoreşa Tirkiyeyê jî şîn dibe û got, "Li pêşiya me Kurdistanek û Tirkiyeyeke nû xuya dikin. Ya ku lez da pêvajoya guherînê, encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê ye. Hevsengiyên berê ji nişka ve serûbin bûn. Desthilatdariya statukoparêz a 13 salan a Erdogan-AKP'ê hilweşiya, li şûna wê weke koalîsyona demokratîk a gelan HDP hat tercîhkirin. HDP, ku projeya neteweya demokratîk a Rêberê me ye, tevî hemû astengiyên dewletê jî benda ji sedî 10'an derbas kir û bi vê serketina xwe re li hemberî Erdogan-AKP û partiyên din, mûxalefeteke cidî ya demokrasiyê bilind kir. Bi vî rengî ji bo gelên Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpê kir."
Edessa bal kişand ser polîtîkaya HDP'ê ya jinan û destnîşan kir, ku bi awayekî zelal hatiye dîtin; HDP li Tirkiyeyê yekane partiya ku xwedî potansiyela afirandina demokrasiyê ye.
HÊVIYA NÛ YA GELÊN TIRKIYEYÊ
Edessa da zanîn ku di vê demê de HDP'ê bi pêşengiya jinan re têkoşîneke xurt a demokrasiyê derxistiye holê, ji bo gelên Tirkiyeyê weke hêviyeke nû derketiye pêş, di nava civakê de rê li ber demokratîkbûyînê vekiriye û hêza avakirinê ya civakê derxistiye holê.
Edessa destnîşan kir ku HDP'ê reng daye Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Azadî bi rengê jinê pêk hatiye. HDP a ku xwedî cewhera jinê ye, mîna dayikekê hemû gel, bawerî û derdorên cuda hembêz kiriye. Bi vî rengî karaktera neteweya demokratîk derxistiye holê. Her çend partiyên ketine Meclîsê ev rastiya HDP'ê ji nedîtî hatibin, ji aliyê gelan ve hatiye dîtin û bi hêvî û baweriyê hatiye pêşwazîkirin. Di hilbijartinê de HDP bûye xwedî potansiyela bûyîna partiya mûxalefet-desthilatdariyê ya dema pêş. Li Kurdistanê AKP pûç kiriye, bi ferqeke mezin, li hin cihan jî bi rêjeyek ji sedî 90'î bi ser ketiye. Li bajarên Tirkiyeyê jî, ji aliyê dengên gelan ve heman rol lîstiye."
'DENGÊ JI HDP'Ê RE BÊ DAYÎN WÊ WEKE VÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ LI GEL VEGERE'
Edessa ragihand ku rastiya gelan ti carî ne mîna ya desthilatdaran e û got, "Civak her tim nêzî heqîqetê bûye. Heqîqeta civakê li cem jinê ye. Teza 'jina azad civaka azad e' ya sosyalîzmê, îro pêk tê. Li Kurdistanê bi HDP'ê re meşek ber bi azadiya jinê ve li Tirkiyeyê pêk hat. Ev çar meh in têkoşîneke mezin a demokrasiyê li dijî faşîzma Erdogan-AKP'ê li Cizîr, Farqîn, Gever, Sûr, Nisêbîn, Artemêtan, Erdîş, Qerqelî û gelek cihên din tê meşandin. di serî de jinên Kurd û jinên Tirkiyeyê, hemû beşên civakê bi israreke mezin berxwedana xwe didomînin. Di vê pêvajoyê de berdêlên xwedî nirxekî gelekî bilind ê watedar, hatiye dayîn. Di serî de şehîdên demokrasiyê, hemû beşên civakê yên alîgirê aştiyê, ked û hewldaneke mezin nîşan dan. Girîng e di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî nêzîkatî û xwedîderketineke di vê astê de bê nîşandan. Di serî de jin, pêwîste civak hemû helwesteke bi bandor diyar bikin. Her dengê ji HDP'ê re bê dayîn wê weke vîna azadî û demokrasiyê li civakê vegere."
'BERÊ XWE BIDIN AZADIYÊ'
Edessa da xuyakirin ku divê xwedî li partiya jinan bê derketin û bi cewhera wê re têkoşîna azadiyê were xurtkirin û destnîşan kir, ku ji bo tevlîbûneke zêdetir divê HDP were hilbijartin.
Edessa axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Jina serketî, civaka serketî ye. Jiyan bi jinê re bedew e. Di her tiştê ku dil û destê jinê gihaştiyê, bedewî, estetîk û rastî heye. HDP ne tenê ji bo jinan, ji bo tevahiya civakê soza azadiyê dide. Ji bo jinan çalakiya herî bedew e ku dengên xwe bidin HDP'ê. Ev yek ne tenê soz e, di heman demê de azadî bi xwe ye. Hilbijartinên bihurî nîşan da ku yên xwedî potansiyela azadkirina civakê ne, jin in. Sekinandina komkujî û qirkirinên îro rû didin, wê bi cewher û hêza jinan be. Kêliya pêkanîna azadî û demokrasiyê niha ye û em ji hemû jinan re dibêjin; berê xwe bidin azadiyê."