Ebûbekîr Arasê ku bi îşkenceyê hate kuştin, hîn jî wenda ye!

Ebûbekîr Arasê ku bi îşkenceyê hate kuştin, hîn jî wenda ye!

Di çalakiya bi navê "Bila wenda bên dîtin, kiryar werin darizandin" ya ji aliyê ÎHD'ê ya Amedê û xizmên wendahiyan her hefte tê lidarxistin de vê hefte bûyera Ebûbekîr Arasê ku di 13'ê Tîrmeha 1994'an de li Cizîrê hatibû binçavkirin Û wenda kirin hate gotin.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên wendihiyan 180'emîn çalakiya xwe ya her hefte ku bi navê "Bila wenda bên dîtin, kiryar werin darizandin" li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyoluyê li dar xistin. Endam û rêvebirên ÎHD, MEYA-DER, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, sendîkayên girêdayî KESK'ê û xizmên wendayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya ku di bin germahiya zêde de hate lidarxistin de balkêş bû ku zarokên biçûk jî beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî da zanîn ku, ew wekî ÎHD û xizmên windayan her tim bang li hikumtê dikin û dibêjin, "We wan wenda kiriye, kiryaran hûn dizanin. Hûn dê cihê windayan bêjin û kiryaran bibînin", lê heta niha tu encam bi dest nexistine.

'RIYA ÇARESERIYÊ NE ÊRÎŞKIRINA GELE, DIYALOG Û MUZAKERE YE"

Bîlîcî derbarî bûyerên di 14'ê Tîrmehê de li Amedê pêk hatin de jî axivî û wiha got: "Hûn nikarin pirsgirêka Kurd bi vê riyê çareser bikin. Çareserî bi riya demokratîk û aştiyane pêk tê. Ev pirsgirêk tenê bi diyalog û muzakereyan dikare were çareserkirin. Wekî ku di 14'ê Tîrmehê de hate jiyandin, bi êrîşkirina gel û parlementeran hûn nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Di paşerojê de ev rêbaz hatibûn ceribandin. Di paşerojê de li vî welatî parlementer hatin qetilkirin. Gelo hate çareserkirin? Na, nehat çareserkirin. Divê êdî dev ji van polîtîkayan berdin."

Bîlîcî xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan tê meşandin û operasyonên leşkerî û siyasî bi dawî bibe û wiha axivî: "Niha desthilatdarî bi leşker, polîs, daraz, siyaset û hemû saziyên xwe bi awayekî hevpar vîna xebatê nîşan didin. Nexwe wisa ye ji şûna ku ev hêz di êrîşkirina mûxalîfan bi kar tînin, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi kar bînin. Ji bo vê banga me eve; Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin, riyên diyalog muzakereyan vekin, pirsgirêkên ku têkildarî pirsgirêka kurd çareser bikin. Heta ku hûn ji bo çareseriyê hewl nedin dê destê me li qirika we be. " Bîlîcî anî ziman ku diyalog û muzakere dê sûcên ku di paşerojê de hatibû kirin jî dê derxîne holê û destnîşan kir ku heta ku hukumet dev ji van polîtîkayan bernede dê welat bibe kaosê.

AQÛBETA EBÛBEKÎR ARAS HATE PIRSÎN

Piştî axaftina Bîlîcî Endama Komîsyona Kuştinên Kiryar Nediyar û Windayan ya ÎHD Necîbe Guneş Perînçek, çîroka kuştina Ebûbekîr Arasê ku di 13'ê Tîrmehê 1994'an de li Cizîrê dema li garaja kamyonan de notirvaniyê dikir ji aliyê polîsên ku bi panzerê hatine, hatiye binçavkirin û wendakirin, vegot. Perînçek da zanîn ku tevî Aras di heman rojê de di serdegirtina hin cihên cuda de 5 kesên din jî hatiye binçavkirin, lê ji bilî Aras yê din serbest hatine berdan. Perînçek, wiha got "Dema Aras serbest nayê berdan, birayê wî Alî Aras diçe midiruyeta polîsan, li wir jê re dibêjin, 'me wî şeva ku me wî girtibû bin çavan berda'. Alî Aras diçe bi 5 kesên din yên ku hatibûn binçavkirin diaxive. Ew kesan radigihînin ku Aras di bin çavan de dîtine û di îşkenceyên pir giran de derbas bûye. Şahîdan dibêjin polîs eleketrîk dane Aras û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ku ditirsin li dadgehê nikarin şahidiyê bikin. Piştî vê Alî Aras diçe Miduriyeta Polîsan a Cizîrê û dibêje ku derbarî binçavkirina birayê wî şahidên wî hene, lê polîs jê re gotiye, 'li ser qûranê em sond dixwin ku birayê de Ebûbekîr dijî, lê hinekî sebir bikin dema hat hûnê hîn bibin."

Perînçek diyar kir ku bavê Aras Abdûrrahman Aras di 11'ê Cotmehê 1994'an de bi daxwaznameyekî serî li Walitiya Şirnexê daye û wiha axivî: "Di bersiva daxwaznameyê de tê gotin ku Ebûbekîr Aras seat 20.30'an a roja ku hatibû binçavkirin serbest hatiye berdan. Lê heta niha tu agahî ji Aras nayê girtin." Piştî axaftinan komê ji bo bîranîna Aras 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.

Çalakiya Êlihê ku her hefte ji aliyê ÎHD'ê û xizmên windayan dihat lidarxistin ji ber germahiya zêde vê hefte nehate kirin.