Du leşkerên nexwestin bikevin pevçûnê hatin girtin!

Li Şirnexê du berbazên nexwestin bikevin pevçûnê hatin girtin. Berbazan bi sedema herêm bi tehlûke ye çûna qada gerîla lê ne red kirin. Lê Tuggeneralê Fermandariya Tûgayê A.O.G. xwest leşkeran bişîne mirinê.

Li Şirnexê du berbazên nexwestin bikevin pevçûnê hatin girtin. Berbazan bi sedema herêm bi tehlûke ye çûna qada gerîla lê ne red kirin. Lê Tuggeneralê Fermandariya Tûgayê A.O.G. xwest leşkeran bişîne mirinê.

Li gor nûçeya Hurriyet; bolukeke leşker a li Fermandariya Tûgaya Komando ya Jendermeyan a Çakirsogut a Şirnexê 12’ê Cotmehê gihişt herêma operasyonê. Di navbera leşkerên Berbaz F.M. fermandariya xwe dikir û gerîlayan de bi qasî 15 deqeyan şer derket. Berbaz Serdarê Fermandarê Tabûrê H.D. agahdar kir. Serbaz heman şevê saet 22.40 li Berbaz F.M. geriya xwest biçin nuqteya jê gulebaran tê kirin. F.M. jî ji H.D. re got: "Fermandarê min nuqteya mijara gotinê pir bi tehlûke ye. Dema em biçin mimkun e em windahiyan bidin.” Serdar H.D. saet 01.00 careke din li Berbaz F.M. digere û dibêje: “Ez jî zanim wir bi tehlûke ye” û dixwaze biçin gir. F.M. jî bi bersiva: “Fermandarê min eger tiştek bê serê personelê min ez nikarim ji bin webalê wê derkevim” û fermanê red dike.

'EZ JÎ DIBÊJIM, LÊ...'

Li ser israrên H.D. Serbaz U.V.A. ket dewrê û wiha got: “Fermandarê min, wek hûn jî dizanin personelên me ji ber sewqiyatê, westiyayî ne. Ji du rojan ve em xwarinên xwe bi îdare bikar tînin; xwarinên me pir kêm in. Ger hûn jî destûrê bidin ez baş nabînim ku personelên xwe bibim wir.” H.D. jî wiha bersivê da: “Ma hûn difikirin ku min negotiye, ji êvarî ve ez radigihînim. Lê wezîfeyê ji me dixwazin.”

'DERKEVIN SER GIR!'

Li gor dosyaya doze, piştî axaftinan biryara, “Derkevin ser gir!” hate dayîn. Hate diyarkirin ku ev biryara dawî jî Fermandarê Tûgayê Tûggenaral A.O.G. daye.

ŞANDIN GIRTIGEHÊ

Piştî lêpirsîna îdarî, Dadgeha Leşkerî der barê her du berbazan jî bi sûcdariya, “Li hember talîmata ku zerarek mezin dide di pêknanînê de israr” biryara girtinê da. Her du berbaz şandin Girtîgeha Leşkerî ya Amedê.