Dozgeriya Tirk ji bo girtinê Irmak radestî dadgehê kir
Dozgeriya Tirk, ji bo parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak were girtin, ew radestî dadgehê kir.
Dozgeriya Tirk, ji bo parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak were girtin, ew radestî dadgehê kir.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, li ser fermana Serdozgerê Komarê yê Colemêrgê, li Amedê di serdegirtina mala wê de hate binçavkirin, tevî Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ê li Geverê hat binçavirin, anîn Edliyeya Colemêrgê.
Dozgeriya Tirk piştî ku îfadeya Irmak girt, ji bo were girtin radestî dadgehê kir. Îfadeya Zeydan jî hê dewam dike.