Dozgeriya Tirk dixwaze 37 sal cezayê girtîgehê li wekîla HDP'ê bê birîn

Dozgeriya Tirk doz li Parlamentera HDP'e ya Şirnexê Leyla Bîrlîk a girtî ye vekir û ji ber tevlî daxuyaniyên çapemeniyê, meş û merasîmên cenazeyan bûye, xwest bi 37 sal cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê tê meşandin, der barê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîkê ya di 4'ê Mijdarê de hatibû girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyeyê de, gilîname hat amadekirin. 

Di gilînameyê de ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Şirnexê Mehmet Patlak ve hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê ve hat qebûlkirin, der barê Bîrlikê di çarçoveya faaliyetên partiya siyasî de, ji ber beşdarbûyîna 10 daxuyaniyên çapemeniyê yên cuda, meş û merasîma cenazeyan ên di navbera 2010-2016'an de, heta 37 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. 

Bîrlîk a ku tê xwestin ji mafê hilbijêr û bijarteyî ve bê mehrûmkirin, bi "Endamtiya rêxistin", "Hêlkirin û tehrîkirina gel a ber bi kîn û dijminayetiyê ve", "Bi bikaranîna navên rêxistinên sûcî ve gefxwarin", "Lidarxistina xwepêşandan û civînên derqanûnî û bi rê vebirina" tê tawanbarkirin. 

Di gilînameyê de Bîrlik a ku polîsê bi navê Ç.A. "tehdît" kiriye û "gef" lê xwarine, wek muştekî cih digire. 

Wê yekemîn rûniştina dozê, di 4'ê Çileya 2017'an de li Şirnexê bê dîtin.