Dozgerê Tirk dixwaze nûçegihana DÎHA'yê bi 'muebetê' ceza bike

Dozgeriyê, doznameya der barê nûçegihana DÎHA'yê Şermîn Soydan de amade kir û xwest Soydan bi cezayê muebetê (heta bi hetayê) bê cezakirin.

Dozgeriyê, doznameya der barê nûçegihana DÎHA'yê Şermîn Soydan de amade kir û xwest Soydan bi cezayê muebetê (heta bi hetayê) bê cezakirin. Rûniştina destpêkê ya dozê, wê di 10'ê Tebaxê de li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê dîtin. 

Dozgerê Komarê yê Tirk ê li Colemêrgê der barê nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Şermîn Soydan a ku di 14'ê Gulanê de hatibû girtin, dozname amade kir. Nûçegihan Şermîn Soydan dema nûçe dişopand li Colemêrgê hat binçavkirin û piştre hat girtin. Soydan jî mîna rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul bi îdîaya 'Belgeyên ewlehiya dewletê ji raya giştî re eşkere kiriye" û bi sûcê sîxûrtiyê tê darizandin. Soydan a bi nûçeya xwe ya sernavê "Vaye belgeya operasyona 'veşartî' ya Geverê" hat girtin, bi sûcê weke "Derfetên şer ên dewletê dixe xeteriyê" hat darizandin. Piştî dozger dozname amade kir û pêşkêşî dadgehê kir, dadgehê dozname qebûl kir û wê yekemîn rûniştina doza Şermîn Soydan di 10'ê Tebaxê de li 2. Dadgeha Cezayên Giran Colemêrgê bê dîtin. Dozger, bi îdîaya li gorî xala Zagona Ceza ya Tirk (TCK) a 327/1'an, (Belgeyên veşarî yên ewlehiya dewletê dixe talûkeyê temîn kiriye) û "Derfetên dewletê yên şer xistine talûkeyê" cezayê muebetê xwest. Dozger dîsa bi îdîaya "Endametiya rêxistinê" jî di navbera 3 û 8 salan de ceza xwest. Dozger bi îdîaya "alîkarî daye rêxistinê jî di navbera 5 û 10 salan de ceza xwest. 

Dozgerê Komara Tirk Mûrat Şahin hemû amûrên destê Soydan ên rojnamevaniyê weke delîl nîşan dide.