Diyar TUHAD DER: Piştgiriya me ya ji bo malbatên girtiyan wê bidome

Hevserokê Diyar TUHAD DER'ê Cahît Demîrkiran da xuyakirin, ku têkiliyan wan bi qasî 1000 malbatên girtî yên li Amedê heye û ji bo mezinkirina piştgiriya ji bo girtiyan, bang kir.

Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD DER), ku di sala 2008'an de hat avakirin, tevî mijarên; pêkanînên xerab, binpêkirina mafên mirovan, zext, şîdet û îşkenceya li girtiyên siyasî, ev 8 sal in ji bo piştgiriyê bide malbatên girtiyan tevî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) xebateke hevpar dimeşîne.

Hevserokê Diyar TUHAD DER'ê Cahît Demîrkiran da xuyakirin, ku têkiliyan wan bi qasî 1000 malbatên girtî û hikumxwaran ên li Amedê re heye û got, "Nûmara telefonê ya herî kêm şexsekî her malbatê me re heye. Bi vê wesîleyê em bi malbatan re timî daxivin. Ev rewş ji bo xebatên me gelekî girîng e. Ji ber ku zêdeyî ji sedî heftê yê girtiyan ji Egeyê heta Derya Reş, ji Derya Reş heta Marmarayê li girtîgehên çar aliyên Tirkiyeyê û Kurdistanê hatine belavkirin. Em bi malbat û parêzerên van girtiyan re di nava têkiliyê de ne. Ji ber ku çûyîna malbatan a li van girtîgehan pirsgirêkeke mezin e, weke TUHAD DER'ê em wesayîtan amade dikin ku malbat karibin pê biçin girtîgehan. Ev yek hem têkiliyê di navbera malbatan de çêdike, hem jî li hemberî rewşeke gengaz, nerazîbûneke hevpar dafirîne."

Demîrkiran diyar kir, bi rêya ÎHD û MHD'ê ji berê ve têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan ew li dozgerî û cihên pêwendîdar giliyê dikin û got, "Têkildarî binpêkirina mafên mirovan, zext, şîdet, pêkanînên xerab û îşkenceya li girtiyên siyasî, em gilî dikin û ji bo teşhîrkirina van pêkanînên xerab, ew tevî malbatan daxuyaniyan didin çapemeniyê û çalakiyan lidar dixin."

Demîrkiran her wiha ragihand, ew bi Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) re jî karekî hevpar dimeşînin û got, "Weke ku tê zanîn girtîgeh pêvajoyeke gelekî zehmet e. Lewma, girtiyên ji girtîgehê derdikevin ji bo xwe ji psîkolojiya girtîgehê rizgar bikin û tevlî jiyana asayî bibin, em berê wan didin TÎHV'ê."

Demîrkiran got, "Li gorî pêwîstiyan me ji bo girtiyan kampanya organîze kirin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Mînak, par ji bo destekê bidin girtiyan me kampanya berhevkirina pirtûkan dan destpêkirin. Tevî alîkariya şexsî wan bi alîkariya pirtûkxaneyên hingî tevlî fûara pirtûkan a Amedê bûn, me bi sedan pirtûk dan hev û ji girtîgehan re şand. Wekî din me ji bo 100 girtiyên Rojavayî û Rojhilatî yên malbatên wan ne li Tirkiyeyê ne, kampanya berhevkirina kincan dan meşandin."

Demîrkiran ragihand, ku malbat bi giranî bi rêya girtiyan serî li komeleya wan didin û ev bang li malbatên ji ber sedemên cuda hê serî li komeleya wan nedane kir: "Ji bo yekîtî û piştgiriyê em li benda hemû malbatên girtiyane. Ji ber ku dema em bi rêxistin bin, hingî em ê karibin li ber neheqiyê bi xurtî rabin."