Divê kedkar xwe weke karmendên dewletê nebînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk bal kişand ser êrîşên li kedkaran tên kirin û destnîşan kir, ku divê kedkar xwe weke karmendên dewletê nebînin û têkoşîna xwe bi têkoşîna Kurdan re bikin yek.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk bal kişand ser êrîşên li kedkaran tên kirin û destnîşan kir, ku divê kedkar xwe weke karmendên dewletê nebînin û têkoşîna xwe bi têkoşîşan Kurdan re bikin yek.

Şerîk ji ANF'ê re axivî û kedkarên li dijî êrîşên dîktatoriya AKP/Erdogan li ber xwe didin silav kir.

Şerîk hovîtiya dîktatoriya AKP/Erdogan a di dema berxwedana xwerêveberiyê de bibîr xist û got, "Ew hilweşandin hovîtî û komkujî bi rengekî nîşanî civakê da, ku pêşî li nerazîbûna civakê bigire. Heman nêzîkatiyê niha di êrîşên niha de ku li dijî kedkaran pêk tîne, nîşan dide. Kedkar weke dijmin îla kiriye. Ne tenê kedkarên cemaweriyê, karker jî bi heman rengî îlan kiriye. Ji bo pêkanîna armanca xwe, dixwze van ji holê rake. Di vê çarçoveyê de êrîşî kedkaran dike."

'AKP DIXWAZA MAMOSTEYÊN XWE YÊN BI PEYMAN LI KURDISTANÊ BI CIH BIKE'

Cemal Şerîk, girtina ji wezîfeyê ya mamosteyên li Kurdistanê bibîr xist û bal kişand ser pêkanîna mamosteyê bi peyman a li Kurdistanê. Şerîk got, "Tê gotin ku 11.500 mamoste ji kar hatine derxistin. Hejmar ji vê zêdetir e. Wê li şûna van jî mamosteyên bi peyman bi cih bikin. Bicihkirina mamosteyên bi peyman jî pêkanîneke nû nîne. Ji berê ve xwe xistine meriyetê. Ev hemû mamosteyên bi peyman jî AKP'yî ne. Yan jî kesên ji aliyê AKP'yiyan ve referans hatine nîşandan. Di vî warî de bi rêxistinbûyîna sendîkaya mamosteyan a li Kurdistanê lîstine. Egîtîmbîr-Senê bi lez û bez li Kurdistanê belav dike. Ev yek mamosteyên bi peyman dafirîne. Dixwaze pêşî li xebatên KESK'ê bigire. Ji ber ku nikarin yekser Egîtîm-Sen û KESK'ê bigirin, bi rêbazên bi vî rengî hewl didin pêşî lê bigirin." Şerîk destnîşan kir, ku dîktatoriya AKP/Erdoga bi çavê însanan li civaka Kurd nanêre.

'DIVÊ KEDKARÊN CEMAWERIYÊ, XWE JI CIVAKÊ XWEDÎ BIKIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk da xuyakirin, kedkarên cemaweriyê yên xwe di nava sendîkayên demokratîk de bi rêxistin kirine, pirsgirêkên civakî dibînin û dizanin ku çawa pirsgirêkên civakî dikarin bên çareserkirin.

Şerîk bal kişand ser girîngiya tespîtkirina rê û rêbazên çareseriyê û got, "Tespîta rast divê. Tu yê li aliyekî karmendê dewletê be, li aliyê din jî li djiî vê be. Gelo ev pêkan e? Dewlet dibêje, eger tu karmendê min e, wê çaxê tu yê bi ya min bike. Lê eger tu xwe weke xebatkarê cemaweriyê dibîne û dibêje ku ji bo xizmeta civakê tu li wir e, wê çaxê divê tu xwe weke karmendekî dewletê nebîne. Tu yê xwe weke xizmetkarê civakê bibîne. Eger tu xwe weke xizmetkarê civakê dibîne, wê demê lazim e tu xwe ji civakê xwedî bike, weke çavkaniya bingehîn civakê bibîne... Eger tu zarokên civakê perwerde dike, lazim e jî xwe bispêre civakê û xwe ji wir xwedî bike. Di heman demê de eger tu xwe weke personelê tenduristiyê û doktorê civakê dibîne, lazim e ku bi heman rengî nêzîk bibe."

Şerîk diyar kir, divê kedkarên cemaweriyê berê xwe bide civakê û di vê çarçoveyê de tevbigere, têbikoşe.

'PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE, PIRSGIRÊKA MAMOSTEYAN JÎ ÇARESER NABE'

Cemal Şerî li ser rê û rêbazên têkoşînê jî got, "Lazim e kedkar xwe weke parçeyek ji çareseriya pirsgirêkên civakê bibîne. Divê berê xwe bide civakê. Li gorî vê yekê di nava rêxistinbûnên civakî de cih bigire û bi berpirsyariya xwe rabe. Eger pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêka mamosteyan jî çareser nabe. Eger pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê mamosteyên Kurd jî weke mamosteyên Kurdan cih bigirin. Li Tirkiyeyê jî, eger pirsgirêka demokrasiyê çareser nebe, pirsgirêka mamosteyên li Tirkiyeyê jî çareser nabe."