BI DÎMEN

Divê gelên Kurd û Tirkiyeyê li dora HDP'ê bicivin

Endamên Komîteya TEV-ÇAND'ê bang li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê kirin, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li dora HDP'ê bicivin.

Endamên Komîteya TEV-ÇAND'ê bang li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê kirin, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li dora HDP'ê bicivin.

'EM JI BELAYÊ AKP'Ê RIZGAR BIBIN'

Zozan Qamişlo da xuyakirin, ku xilasiya ji belayê AKP'ê pêkane û destnîşan kir, ku serketina HDP'ê û têkbirina AKP'ê wê jib o tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê serketineke mezin be. Qamişlo ji bo pêşketina siyaseta demokratîk bang li jin, ciwan û tevahiya gel kir ku dengê xwe bide HDP'ê û got, "Ev hilbijartin deh carên din jî dubare bibin, wê gelê me dîsa dengê xwe bide xwe û xwedî li vîna xwe derkeve. Wê encameke serketî derkeve holê. Li ser vê yekê ez bang dikim, ku di 1'ê Mijdarê de her kes xwedî li derngê xwe derkeve

'SERKETINA 7'Ê HEZÎRANÊ HEZM NEKIRIN'

Gulbihar Rûbar bi silavkirina gelê Bakurê Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku sedema êrîşên ewçend dijwar ên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd, daxwaza şikandina vîna gelan e. Rûbar got, "Encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê hezm nekirine, lewma ji 7'ê Hezîranê û vir ve Kurdistan veguherandine gola xwînê. Lê hêzên tarî her tim mehkûmî têkçûnê ne. Hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an wê bibe îflasa sîstema AKP'ê."

'EZ Ê XWE BI XWE BI RÊ VE BIBIM'

Xebat Med, li hemberî êrîş, zext û zordariya dewletê bal kişand ser xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine ragihandin û got, "Civakê got, 'Ez ê xwe bi xwe bi rê ve bibim'." Med anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ya di 7'ê Hezîranê de têk çû, ji ber ku nikarî xwe li vê têkçûnê rabigire, biryar da ku di 1'ê Mijdarê de ji nû ve hilbijartin were kirin. Med destnîşan kir, ku jin, ciwan û hemû beşên civakê yên li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê yên dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin, divê destekê bidin HDP'ê.

'ARMANCA YEKANE; BI HEVGIRTINÊ RE TÊKBIRINA DÎKTATORIYA ERDOGAN E'

Harûn Amed diyar kir ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê nîşan da ku ew partiyeke gel e û got, "1'ê Mijdarê bila bibe roja hilweşandina dîktatoriyê. Girîng e di yek armancê de hevgirtin bê kirin û dîktatoriya Erdogan bê hilweşandin. Li Tirkiyeyê ne bi tenê Tirk hene. Çerkez, Laz, Acem, Ereb û bi dehan civatên ji etnîkên cuda hene. Ji bo ev gel û civat karibin bijîn, divê karibin xwe bi rê ve bibin. Ev yek jî bingeha projeya HDP'ê ye. Divê di 1'ê Mijdarê de gel hemû dengê xwe bidin HDP'ê."

'BI 1'Ê MIJDARÊ RE WÊ BÊ DÎTIN KU SERKETINA 7'Ê HEZÎRANÊ NE TESADUFÎ YE'

Seyît Riza Sulbus diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi êrîş û komkujiyan re hewl dide çavên gel bitirsîne, lê belê bi ser nakeve û destnîşan kir, ku bi encamên 1'ê Mijdarê re wê were destnîşankirin, ku serketina HDP'ê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê ne tesadufî ye. Sulbus bang li jin, ciwan, civata Elewî û hemû derdorên demokratîk kir ku ji bo serketinê, xwedî li sindoqan derkevin û dengê xwe bidin HDP'ê.