Dînç: Divê gelê Kurd li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç got, "Sedema bingehîn a tecrîda li ser Rêbere Gelê Birêz Abdullah Ocalan, vîna siyasî ye."

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç got, "Sedema bingehîn a tecrîda li ser Rêbere Gelê Birêz Abdullah Ocalan, vîna siyasî ye."

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve destûr nayê dayîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parêzerên xwe bibîne. Ev astengiya li derveyî hiqûqê, bi hincetên trajî komîk ên wekî şert û mercên nebaş ên hewayî û 'xerabûna keştiyê' tê kirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, têkildarî tecrîdê ji ANF'ê re axivî.

'SEDEMA ESASÎ YA TECRÎDÊ VÎNA SIYASÎ YE'

Dînç destnîşan kir, li gorî qanûnên Tirkiyeyê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine morkirin, hevdîtina mehkûmekî bi parêzeran re mafekî bingehîn e û ev maf di van hemû qanûnan de hatiye ewlekirin. Dînç got, "Lê belê weke parêzer hevdîtina me ya bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re tê astengkirin. Bi salan e hevdîtina parêzeran bi rengekî li dijî hiqûqê tê astengkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi ti awayî nahêlin em hevdîtinê bikin. Beriya wê jî bi tenê hefteyê carekê û bi tenê saetekê destûra hevdîtinê dihat dayîn. Hevdîtinên dihatin kirin jî ji xwe gelek caran dihat qutkirin. Carna 3 mehan carekê, carna jî 7 mehan carekê dihat kirin. Hevdîtina heftê carekê ji bo saetekê jî li dijî hiqûqê bû, lê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir hevdîtin bi temamî hat astengkirin. Ji ber ku ti spareyeke qanûnî ya vê yekê nîne, bi hincetên weke xerabûna keştiyê û rewşa nebaş a hewayê tê astengkirin. Em dizanin ti ji van bahaneyên derdixînin pêşiya me, sedema esasî nînin. Ji ber ku rayedarên hikûmetê û desthilatdariya AKP'ê bi awayekî vekirî dibêjin, ev hevdîtin ji aliyê wan ve tên astengkirin. Sedema esasî ya astengkirina hevdîtinan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, vîna siyasî ye."

'BI RENGEKÎ VEKIRÎ SÛC DIKIN'

Dînç diyar kir, li gorî qanûnên li Tirkiyeyê divê Serokkomarê Tirk û Serokwezîrê Tirk tekildarî tecrîdê de xwedî mafê gotinê nebin û wiha dewam kir: "Mixabin rewşeke bi vî rengî li Tirkiyeyê nîne. Tevî ku pêwendiya vê mijarê yekser bi dadgeriyê, bi mafên bingehîn, bi qanûnan heye jî, bi awayekî vekirî dibêjin ku ew asteng dikin. Ya ku ew dikin sûc e, ew bi xwe jî dizanin ev sûc e. Lê dîsa jî ji ber ku dadgerî, hiqûq di destê wan de ye vî sûcî bi rengekî vekirî dikin. Di medya alîgirê xwe de timî daxivin û dibêjin ew hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re asteng dikin."

'DEMA MIJAR GELÊ KURD BE, BÊDENG DIBIN'

Dînç da xuyakirin, ku ew timî li cem dozgeriyên komarê giliyan dikin û got, "Me giliyê rayedarên hikûmetê kirin. Giliyê Wezareta Edaletê, rêveberiya Girtîgehê kirin. Lê belê ewçend bi xemsarî tevdigerin, ku temamiya van serlêdanan bêencam hiştin. Hewldanên me yên di vî warî de ne tenê li Tirkiyeyê hene. Em serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê jî didin. Lê belê em çiqasî serlêdanê bikin jî, ew bi rengekî vekirî bêdeng dimînin. Li ti devera cîhanê di vê astê de bi rengekî vekirî li pêşberî binpêkirina mafnên mirovan bêdengî nîne. Sedema esasî ya vê jî, hevsengiyên siyasî ne. Dema mijar gelê Kurd be, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan be, hevsengiyên wan ên siyasî derdikevin pêş. Yên ji aliyê mafên mirovan û demokrasiyê ve xwe weke welatekî mînak nîşan didin, di vê mijarê de bêdeng û xemsar dibin."

'TECRÎD REWŞEKE ELEQEYA XWE BI GELÊ KURD HEYE'

Parêzer Dînç destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê li hiqûqa hundir û navneteweyî bidomînin û axaftina xwe bi van gotinan dewam kir: "Di rewşeke ku serdest li hemberî sûcekî ewçend giran ê li dijî mirovahiyê bêdeng dimînin de, divê hemû mirov bi berprisyarî rabin. Ji ber ku azadî û mafên bingehîn, bi qasî ku ji însiyatîfa serdestan re neyên hiştin hêja ne. Pêwîste di vê mijarê de her kes hişyar be û berpirsyarî tevbigere. Ev mijar bi tenê şexsê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan eleqedar nake. Bi temamî gelê Kurd eleqedar dike. Di şexsê wî de gelê Kurd tê cezakirin. Lewma divê gelê Kurd li hemberî vê tecrîdê bêdeng nemîne. Ev tecrîda îro, gava destpêkê ya dehfdana ber bi şerekî giran ve bû.

Li Tirkiyeyê gava destpêkê ya girankirina şer, bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hat avêtin. Rewşa îro îspata vê yekê ye. Dorpêçkirin û hilweşandina bajaran, koçberkirina mirovan nîşaneya travmayeke giran e. Timî qala binpêkirina mafên mirovan û kuştinên salên 90'î tê kirin. Lê belê em niha rewşeke qat bi qat ji ya salên 90'î girantir dibînin, dijîn. Rêya bidawîkirina vî şerî rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo vê jî divê tevahiya gelên Tirkiyeyê ji bo bidawîkirina vî şerî di destpêkê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin."