Dîmenên çalakiya sabotajê ya Bismilê hate weşandin
Gerîlla TV, dîmenên çalakiya sabotajê ku 29 Tirmehê li navçeya Bismilê a Amedê li dar xistibû, weşand.
Gerîlla TV, dîmenên çalakiya sabotajê ku 29 Tirmehê li navçeya Bismilê a Amedê li dar xistibû, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî dabû:
“29’ê Tîrmehê saet 10:00’an artêşa TC li derdora gundê Heciya Kurda ya girêdayî navçeya Bismil a Amedê operasyonek daye destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de gerîlayên me li hember 2 wesayîtên kobra yên zirxî di saet 12:15’an de çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Wesayîteke kobra hate îmhakirin û gelek leşker hatin kuştin. Têkildarî vê çalakiyê wê detayên zêde piştre bên parvekirin. Operasyona ku li herêmê hê jî dewam dike.”