Dikandarên Wanê: Wisa bidome em ê dikanên xwe bigrin

Li Kurdistan û Tirkiyê ji ber poltîtîkayên AKP’ê her ku diçe krîza aboriyê kûr dibe. Dikandarên Wanê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên AKP’ê dan û gotin, eger krîz bidome wê dikanên xwe bigrin.

Ji ber polîtîkayên AKP’ê li Kurdistan û Tirkiyê her ku diçe krîza aboriyê kûr dibe. Li bajarê Wanê jî hatiye wê astê ku esnaf derabeyên dikanên xwe daxînin. 
Li aliyê din li hemberî bilindbûna Dolar û Euroyê qîmetê Lîreyê Tirk roj bi roj kêm dibe. Dikandarên Wanê, ku krîz bandoreke giran li wan dike gotin, eger ev rewş bidome wê nikaribin debareya xwe ya jiyanê jî bikin û wê derabeyên dikanên xwe daxînin.

'WISA BIDOME EM Ê DIKANA XWE BIGIRIM'

Esnafê bi navê Ahmet Elyîgît diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li welat û ji derve her ku diçe krîza aboriyê kûr dibe û wiha axivî: ‘’Ji ber polîtîkayên AKP û Serokomar Recep Tayyîp  Erdogan li herêmê rewşa esnaf û odeya esnafkaran gelek xirabe. Em hatine asta ku derabeyên dikanên xwe daxînin. Eger wiha dom bike jî em ê dikanên xwe bigrin. Yek ji karên ku şêniyên Wanê dike, sewalkarî ye. Lê êdî ti bazara sewalkariyê jî nema ye. Gel ji ber vê krîzê gelek zehmetiyan dikişîne û nayê bazarê."

'EZ NIKARIM KIREYA MALA XWE BIDIN'

Dikandarê bi navê Azad Ozeker jî anî ziman ku rewşa wan a esnafan gelek xirab e û ev tişt got: "Eger ev kriz wiha bidome wê nîvê esnafên Wanê derabeyên dikanên xwe bigrin. Em karê esnaftiyê dikin lê belê em nikarin kirayên mala xwe bidin. Krîz bandorê ne tenê li esnafan dike, krîz bandorê li kesên karê sewalkariyê û cotkariyê jî dike."

'DIVÊ REWŞA AWARTE RABE'

Dikandarê bi navê Îbrahîm Gulmez jî bang li rayedarên AKP’ê kir û wiha got: "Kesên dibêjin krîza aborî tine ye bila kerem bikin werin li Wanê rewşa esnafan û gelê Wanê bibin. Ez serê sibehê têm dikana xwe vedikim heya danê êvarî lê ti firotinê nakim. Weke tê zanîn di sala 2011'an de li Wanê erd hêj pêk hat û em hîna krêdiyên tokiyan dikin. Em dixwazin faîzên krêdî û kirayan bikeve. Eger wisa bidome jî êdî jiyan li vir gelek zehmet dibe. Divê demildest Rewşa Awarte rabe û ji bo dawî li krîzê bê rayedar bikevin dewrê."

...