Dîcle têkildarî tecrîda li ser Ocalan got: Êdî sebra me nemaye!

Hatîp Dîcle li Lîjneya Giştî ya KCD’ê, bertek nîşanî terîda li ser Ocalan da û got, ‘’Heya ku ji Birêz Ocalan agahî were standin, em ê roj bi roj bi tempoyeke zêdetir li meydanan bin, nîşan bidin ku di vê mijarê de êdî sebra me nemaye.’’

Hatîp Dîcle li Lîjneya Giştî ya KCD’ê, bertek nîşanî terîda li ser Ocalan da û got, ‘’Heya ku ji Birêz Ocalan agahî were standin, em ê roj bi roj bi tempoyeke zêdetir li meydanan bin, nîşan bidin ku  di vê mijarê de êdî sebra me nemaye.’’

Cîvîna Lîjneya Giştî ya Navberê ya KCD’ê, li Amedê, li Salona Şanoyê ya Şaredariya Mezin destpê kir. Li salonê posterên Rêberê Gelê Kurd Ocalan, pankartên, ‘’Xwerêveberî bi jinê çêbû, wê bi jinê jîndar bibin’’, ‘’Em ê bi têkoşîna hevpar azadiya Serok Apo û statûya Kurdistanê bi dest bixin’’, ‘’Bi ruhên şehîdan ciwan wê Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin’’ hatin daliqandin.

Hevserokên KCD’ê Leyla Guven, Hatîp Dîcle, endamên Dîwana Serektiyê,  Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, hin wekîlên HDP’ê, serok şaredarên DBP’ê, çalakgerên KJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, siyasetmedarên DBP’ê û HDP’ê tevlî bûn.
Bernameya civînê bi bibîranîna kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn destpê kir.

Hevserokê KCD'ê Hatip Dicle, destpêkê axivî û got, ew di pêvajoyek kirîtîk re derbas dibin. Dîcle, da zanîn di şeva 15'ê Tîrmehê de darbeyek ku ew ne li bendê bûn pêk hat, lê di heman demê de ne xeribê wê bûn jî. Dîcle destnîşan kir ku di sedsala 21'an de ku ber bi Komara Demokratîk ve diçin, di sala 2016'an de darbeyek leşkerî pêş ket û wiha got: "Welatekî wekî Tirkiye ku xwe wek welatê demokratik nîşan dide û di rêya YE'ê de dimeşe, ger darbeyên leşkerî pêk tê divê mirov li ser raweste." 

‘HELWESTA KURDAN A LI DIJÎ DARBEYÊ ZELAL E'

Dicle bal kişand ser 2 mijaran û wiha got: "Dema darbe pêk hat gelê Kurd helwesta xwe bi awayekî zelal û tund nîşan da. Ji ber ku dizanîbû hedefa hemû darbeyên leşkerî vîna Kurdan e. Ya din gelê Tirkiye daket kolanan û mafê xwe yê rewa bikar anî. Li Tirkiye yekem car gel dadikeve qadan û mafê xwe yê kolanan bikar tîne. Em hêvî dikin ku ji niha û şûnde gel li dijî darbeyên siyasî jî bertekên xwe wisa bînin ziman. Dîroka Komara Tirkiye bi darbeyan derbas bû. Kurd di dîroka komarê de nehatine naskirin. Di serdema Ataturk de hemû nasname li meclîsê hatin naskirin, lê îro nasnameyên cuda tên înkarkirin. Qanûna Bingehîn ya sala 1921'an li ser ruhê hemû reng û nasnameyan hat avakirin. Di destpêkê de li ser navendîbûnek amedê ango pergualek demokratîk meclîs hat avakirin. Meclîsa destpêkê xweseriya Kurdistanê qebûl dikir. Lê îro înkar dike." 

DARBEYA DESTPÊKÊ DI SALA 1924’AN PÊK HAT

Dîcle bal kişand ser darbeyên li Tirkiye û wiha got: "Li Tirkiye darbeya ewil di sala 1924'an de dema Qanûna Bingehîn hat guhertin pêk hat. Qanûna Esasî ya Otoriter, yekperest û serdest hat avakirin. Çavkaniya hemû hişmendiyan ji wir pêş ket. 
Di bingeha darbeyan de hişmendiya yekperest, otorîter, serdest û îxtîdarê heye. Birêz Abdullah Ocalan 2 salan ji bo Komara Demokratîk têkoşiya. Lê di 5'ê Nîsana 2015'an de pêvajoya demokratîkbuna Tirkiye xelaskirin." 

‘AQÛBETA AKP'Ê WÊ WEKÎ YA NURSÎ BE'

Dîcle, bal kişand ser pêşdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan digot 'Ez AKP’ê hişyar dikim. Ev artêş artêşa NATO ye. Pêşeroja AKP'ê wê wekîya Nursî be. Lê AKP li şûna vê hişyariyê li ber çavan bigire şer da destpêkirin. Bi kesên Îttihat Terakkî re mil dan mil û şer dest pêkir. Ger ku ev hişmendî bidome, pêşdîtinên Birêz Ocalan hêj derbas dibin. Ger ku tedbîr neyên girtin û AKP xwe rast neke wê bi destê wan kesên milê xwe dane hev aqûbeta Nursî bê serê AKP'ê." 

‘KURD Û DEMOKRAT WÊ BIBIN HEDEF'

Dîcle destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve û wiha got: "Rêya ewlehiya Tirkiyeyê rêya aştî û demokrasiyê ye. Lê em dibînin eniya nijadperest pêş dixin. Kurd, elewî û demokratan dikin hedef. Piştî hêzên Fetullahî perçe bikin wê berê xwe bidin gelê Kurd." 

‘KURDAN RÛ NEDAN DARBEYÊ'

Dîcle, bilêv kir ku salek dawî Kurdistan wekî laboratuara şer bikar tînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Enqereyê amadekariya darbeyek nû diirin. Balafirên şer ên Bajarên Kurdistanê bombe dikirin, ji balafira Amedê rabû û çûn Enqere bombe kirin. Hûn çi biçînin hûn wê wî biçinin. Ger ku tu dijminantiyek wisa çêke wê encamek wisa pêş bikeve." 

‘LI DIJÎ TECRÎDA LI SER OCALAN SEBRA ME NEMA' 

Dîcle herî dawî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Birêz Ocalan ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha di bin tecrîdek giran de ye. Di serdemek ku ewlehiya Serokomar û Serokwezîr di talûkeyê de ye, tenê wezîrê dadê daxuyaniya "Rewşa Ocalan baş e" dide. Edî sebra me nemaye. Em dîsa dubare dibêjin heta agahî ji Birêz Ocalan bên girtin û muzakereyek azad dest pê bike em wê bêtir derkevin kolanan û" 

Civîna KCD'ê piştî axaftina Dîcle, Hevseroka Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel wê bi axivin.