'Di xeta Rêbertî de pir zelal bû'

Çanda dayik-xwedawend a erdnîgariyeke wiha di xwe de çandiye. Wer şekil girtiye û wek jineke ku li vê erdnîgariyê mezin bûye tenê û tenê dikare bibe dayik-xwedawend.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî cangoriyên Kurdistanê wiha dibêje: “Mesafeya di navbera me û şehîdên me de kurt e. Heta duh em bi hemûyan re bûn. Em di civaka xwe de kesên wiha pîroz zêde zêde diafirînin. Hîn zêdetirî wê jî di pêvajoya pêşiya me de em ê pêş bixin. Tavilê em diyar bikin ku, di pêvajoyên herî zehmet de hebûnên partiya me yên herî hêja digihînin şehadetê, em vê ji bo milyon rabin ser piyan dikin. Rabûna ser piyan a girseyan rastiya herî mezin e û veguhertina herî şoreşgerî ye ya vê rastiyê. Şehîdên me ji her demê zêdetir vê mimkun dikin û em anîn asta ku em vê pêk bînin jî. Di roja me de ku em partiyê ber bi girsebûyîn û artêşbûyînê dibin, dema em dibêjin ku wezîfeyên me yên herî bingehîn afirandina van saziyan e, dema em diyar dikin ku di vir de hêza rastî ya me bi rê ve dibe şehîdên me ne, em bi zelalî nîşan didin ku em wezîfeyeke xwe ya girîng di merheleyeke girîng de pêk tînin.” 

Bi qasî mezinbûna 
Asîmanê dawiya wê nayê zanîn
Tijî hesret bûye dilê min 
Ji bo gihiştina sira
Di maneya stranekê de
Lingên min ber bi 
Rêwîtiyeke nayê zanîn
Dirêj bûne 
Serê min bilind, eniya min spî
Li pey bêdawîbûna
Nayê zanîn dimeşim 
Di şînatiya asîmanê bêdawî de
Û ez di xweşikbûna mirov jê têr nabe de
Digerim li çavkaniya jiyana xwe 
Tê gotin her evîn 
Hesreta kendalekî ye
Ez xwe ber bi kendalê bêbinî ve berdidim
Di oxira jiyaneke bi rûmet û edalet de
Beziyam mirinê
Heyecan dide 
Xwebûna ruhê min
Newayên stranên me yên
Evînê 
Jiyana nû bi bîr dixe

Pêkhateyeke pir rengîn a Kurdistanê heye. Her rengê wê jî li gor taybetmendiya xwe kûrbûn û xweşikbûnekê di nav xwe de dihewîne. Ev tişta em dibêjin hem ji bo mirovên wê hem jî erdnîgariya wê derbas dibe. Gengaz e ku ev, ji bo her tişta di vê erdnîgariyê de dijî derbas dibe. Dîsa gengaz e ku ev taybetmendiya pir cuda û xweser ji kokên wê hatine. 

Kurdistan, di nav sefîna dîrokê de ku diherike û diçe, ji gelek medeniyetan re şahidî kiriye. Dema rewş wer bû, her medeniyetê ya aîdî xwe tevlî vê erdnîgariyê kiriye, yekser an jî neyekser dizanî xwe bide jiyîn. Ji ber vê divê mirov ji çanda ku di roja me de serwer, dernekeve rê û hema tişta rû dide bi ya serwer şîrove neke. Ya girîng ev e ku mirov li piştperdeya wê binihêre vê renginiya rû dide bibîne. Tenê û tenê kesên vê kûrbûnê bibînin, hîs bikin dikarin ji van xakan re nêzîkatiya heq dikin nîşan bidin. 

Belê Kurdistan çandeke pir rengîn di hemû erdnîgariya xwe de dihewîne. Dibe ku erdnîgariya herî diyarker a vê renginiyê herêma Efrînê ye. Efrîn di roja me de dikeve Rojavayê Kurdistanê. Çima li Efrînê axatiyê ji xwe re cih nedît û çima di civaka Efrînê de jin ev qasî hakim e? Çanda Efrînê ku pir cuda ye, bi hezarên ku em pêkve dijîn, em her roj dibînin. Dîsa li Kurdistanê ku hemû çand bi hev re dijîn, tenê taybetmendiyeke me ye. Û ev jî şêwazekî fêrbûnê ya giranbuha pêşkêşî me dike. 

Belê, Efrîn hê jî yek ji çandên herî zindî yê welatê me di nav xwe de dihewîne, dijî. Çandeke rehet û însanî lê hakim û serwer e. Wisa ye ku li cihên ecêb erd tê ajotin, çandin û pîroz tê dîtin. 

Li Efrînê jin diyarker e, serwer û hakim e, li pêş e. Jin li Efrînê xwedî înîsiyatîf e, xwende ye, nîqaş dike. Jin li Efrînê pêşketî ye. bi cesaret e. Zindî û gurûgeş e, hewldêr e. Li Efrînê jin civak bi xwe ye. Hişê civakê ye. Û bêguman, yek jî ziman û hefizeya civakê ye. 

Ha li vê Efrîna ku mirov wê li cîhanê kêm rastî mînakeke wê bê, nehiyeyeke wê ya bi navê Mabata heye. Bi giştî girêdayî baweriya Elewîtiyê ne. Gundên li derdorê sunnî ne. Tenê û tenê Mabata Elewî ye. Hûn li ser vê çanda xweşik û pêşketî Elewîtiyê jî zêde bikin, û bêguman di van hemûyan de jinekê bikin pêşeng, tişta li wir derkeve holê tenê û tenê avakirinek dîrokî ye, kesayeteke dîrokî ye. Jineke ku wê her kesî, lê her kesî li ber pêla xwe bibe. Yek jî eger vê jinê berê xwe dabe çiyayan û her wiha eger beriya derketibe çiyê ji destê Rêber Apo fêrî milîtantiyê bûbe... Û bila navê vê milîtanê Nîgar be û paşê li çiyayan bibe Zozan. Hem jî bila navê hevrêyeke ku berê li eyaleta Başûrê Rojava şehîd ketibe.” 

Belê, gerîla Zozan keça erdnîgariyeke wiha ye. Çanda dayik-xwedawend a erdnîgariyeke wiha di xwe de çandiye. Wer şekil girtiye û wek jineke ku li vê erdnîgariyê mezin bûye tenê û tenê dikare bibe dayik-xwedawend. Zozan wê sala 1998’an bê çiyayan. Yekemîn cihê biçiyê Şehîdan e. Paşê jî wê li gelek qad û herêman bimîne. Lê bi giranî wê li qada Xakurkê û Xinêre bimîne. Wê navberekê di ewlekariya rêveberiya rêxistinê de bimîne. Lewma wê rêxistinê ji nêz ve nas bike û xwe bi çanda rêxistinê ve gurçûpêç bike. 

Hevrêyeke wê ya paşê di pratîkê de pêre maye ku behsa wê dike, bi tiştên dibêje pir bala mirovan dikişîne ser xwe. Wisa ye ku dema behs dike jî wê li Zozan bigere. Wê ji nû ve Zozan bijî. Dema dest bi vegotina Zozan bike wê destpêkê zehmetiyan bikişîne. Wê nexwaze biaxive. Dema dest bi vegotinê dike, çavên wê di lûtkeya herî bilind a qadê de wê bialiqe. 

Wê bêje, “Min hevrê Zozan li Gabarê dît” û dane dane wê bîne zimên. 

“Em demekê bi hevdu re mabûn. 

Hevala Zozan tam jineke rêxistinê bû. Bi sekna xwe, bi her tiştên xwe, bi uslûba xwe ew îfade dikir û xwedî kesayeteke ku temsîla wê dikir. Bi uslûb û sekna xwe dihat naskirin. Di her maneyê de wiha bû. Têra xwe sekneke wê ya fermî hebû. Giraniya wê hebû. Di xeta Rêbertî û azadiyê de pir zelal bû. Di xala rêxistinê û xetê de kesayeteke kûr bû. Timî xwe nû dikir û pêş dixist. Çand û exlaqê rêxistinê têde di asta herî jor de bû. Ne keseke ji rêzê bû. Sekna wê dihişt ku kesê li pêşberî wê hurmetê nîşanî wê bide. Di vê mijarê de xwe terbiye kiribû. Têra xwe xwe disîplîne kiribû. Pîvanên wê yên exlaqî mînak bûn. Ne ji bo xwe ne ji bo hevrêyên xwe qet jirêzbûn qebûl nedikir.. Xwedî karaktereke wiha bû. Bi taybet bi zanista Psîkolojî re eleqedar dibû. Dîsa bi taybet bi felsefeyê re mijûldibû. Ez bi awayekî ku fîlozof e li hevala Zozan dinihêrîm. Wer pêşketî bû. Nîqaşên me çêdibûn. Lêkolîn dikir, pir ji zanista felsefe û psîkolojiyê hez dikir. Yek jî di van mijaran de pir kûr bû. Xwe afirandibû. Ev lêkolînên xwe timî bi hevalan re parve dikir. Di perwerdeyan de têra xwe aktîf û çalak bû. 

Xwedî sebrek wiha bû ku dikarîbû bi saetan mirovan guhdar bike. Xwedî sebreke mîna ya Pêxember Eyûp bû. Ev sebir tenê tenê dikare bi xwedawendan re hebe. Piştî ku heval bi awayekî bi detay û hûrgilî guhdar dikir, pirsgirêk tehlîl dikir û li gor wê çareser dikir. Hevaleke ji parvekirinê hez dikir. Bi vê sekna xwe her kesî tiştên xwe pêre parve dikirin. Mirov dikarîbû pir rehet tiştên xwe pêre parve bike. Pirsgirêkên hevalên wê dibûn ên wê jî. Bi vî awayî digirt dest û nêzî pirsgirêkan dibû. Û li ser vî esasî bi hevalan re diket nav pêwendiyan. Wê pêwendiyê dihişt ku di dilê her hevalekî de cih bigire. Kesayeteke ku dil fetih dikir. Ev zemîn bi sekna xwe pêşkêş dikir. Dema tecrûbeya bi salan a rêxistinê bi ser van de zêde dibû, mirov pir hêz jê digirt. Dema mirov pêre diket pêwendiyan ji sedî sed tiştek jê digirt. Tişt tevlî mirov dikir. Şop dihişt. Eger ew bi hevalekî re ketibe nav pêwendiyan mutleq şopek dihişt. Û ew di her hevrêyekê/î de diafirand. Kesayeteke ku wer tesîr dikir û bal dikişand. 

Ji seknê hez nedikir. Ji tevgerbûnê hez dikir. Hemû dema xwe tijî tijî derbas dikir. Timî bi hin tiştan re mijûl dibû. Ji muzîkê hez dike. Hem guhdar dikir hem jî digot. Û ev evîna xwe neqlî kesên din jî dikir. Neqlî me jî dikir. Dema em bêdeng diman digot, ‘Hûn çi qas ziwa ne.’ Em hem rexne dikirin hem jî tevlî hereketbûnê dikir. Ya rastî ew jî dikir û bi ser diket. 

Ji bo tecrûbeya şer di xwe de pêş bixe timî di nav hewldanan de bû. Xwedî hewldan bû. Wer li derve nedima. Timî Rêbertî dixwend. Dixwest me jî di vî alî de pêş bixe. Bi taybet parêznameyên Rêbertî pir dixwend. Ji bo Rêbertî dijiya. 

Hevaleke durist bû. Bawerî dida û mirov pê bawer bû. Hezkirina me qezenc kiribû. Sade bû hem jî pir sade bû.” 

Hevrêya Zozan piştî vê gotinê bêdeng dibe. Qirika wê tijî dibe û dest bi girî dike. Di vê rewşê de jixwe maneya pirsan namîne. 

26’ê Kanûna 2007’an li herêma Çiyayê Bizina  hêzên dewleta Tirk a dagirker operasyonekê pêk tîne. Di şerê ku helîkopterên Kobra jî tevlî dibin, 5 şervanên azadî û rûmetê şehîd dikevin, Gerîlaya Tevgera Apoyî Zozan a di vî şerî de birîndar dibe ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bombeya xwe di xwe de diteqîne û tevlî karwanê şehîdan dibe. 

Nasnav: Zozan Mûnzûr 
Nav û Paşnav: Nîgar Şêxo 
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1976/Mabata/Efrîn 
Navê Dayikê: Efet 
Navê Bav: Nûrî 
Dîroka Tevlîbûnê: 1998 
Herêmên lê maye: Xakurkê, Xinêre, Botan 
Dîrok û Cihê Şehadetê:  26’ê Kanûna 2007/Di şerê li Çiyayê Bizina yê Gabarê de şehîd ke

...