Li navçeya Farqîn a Amedê di 2 wesayîta ku tê diyarkirin polîsan gulebaran kirine, kesekî jiyana xwe ji dest da zarokek jî bi giranî birîndar bû. Her wiha heman saetan 3 kes hatin binçavkirin.
Li Farqînê danê êvarî li ber bazara sewalan a li ser Cadeya Eskî Bîtlîs a li Taxa Bahçelîevler ku 2 wesayît hatin gulebarankirin, kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da, zarokê bi navê Yakûp Mucde yê 17 salî jî bi giranî birîndar bû. Hat ragihandin ku di encama gulebaranê de gelek şopên guleyan di wesayîtê de hene. Hat ragihandin ku polîsên hatine cihê bûyerê demeke dirêj nêzî wesayîtê nebûne. Li gel vê polîsan destûr neda kesên li derdorê û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê mudaxeleyî birîndaran bikin.
Piştî demek dirêj Yakûp Mucde (17) bi ambûlansê rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Piştî mudaxeleya yekemîn, Mucde sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Gazî Yaşargîl a Amedê kirin û li wir kirin emeliyatê.
Kesekî ku nav û temenî wî nehate zelalkirin demeke dirêj li cihê bûyerê hate hiştin, hate diyarkirin ku polîsan cenaze birine midûriyeta emniyetê û ji wir jî ji bo karên otopsî bi ambûlansê rakirine Amedê.
3 BINÇAVÎ
Piştî bûyera li Taxa Bahçelîevler, Orhan Bîlekçîer (23), Mansûr Kûzû (25) û Cîhan Aktar (28) ji aliyê polîsan hatin binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin bi wesayîtên zirxî, ji aliyê polîsên bi maske birin nexweşxaneyê. Welatiyên li pêşiya nexweşxaneyê kom bûn ji aliyê polîsan ji qadê hatin dûrxistin. Kesên ku tê texmînkirin bi bûyerê re têkiliya wan heye piştî nexweşxaneyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Farqînê.