BI DÎMEN

'Di vê serma û seqemê de em piştgiriyê bidin gelê Nisêbînê'

Hevşaredara berê ya Nisêbînê Kaya got, hêzên dewletê di rojên dawî de hewldanên ji bo xerakirina xaniyên li Nisêbînê zêde kirine û ji bo gelê Nisêbînê banga alîkariyê kir.

Li dû êrîşên bi mehan ên li Nisêbînê, hêzên dewletê bi têlan dor li taxên Kanîka, Firat, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa û Newrozê girtin, ku ev herêm qada berxwedana xwe rêveberiyê bû û niha jî xaniyên xera nebûne jî, xera dikin.

Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya li ser rewşa dawî ya Nisêbînê agahî da ANF'ê û ji ber hatina zivistanê banga xurtkirina piştgiriya ji bo gelê Nisêbînê kir.

'DEWLET HÊ JÎ XERA DIKE Û DIŞEWITÎNE'

Kaya da xuyakirin, piştî êrîşên dewletê yên bi mehan dewam kir, hêzên dewletê bi têlan dor li taxên xwerêveberiyê girtine û di rojên dawî de jî dest bi hilweşîneke berfireh kirine.

Kaya destnîşan kir, ku hewlet hê jî Nisêbînê xera dike, dişewitîne û diyar kir, xaniyên tiştek pê nehatiye jî ji aliyê hêzên dewletê ve tên xerakirin. Kaya bibîr xist, dewleta ku daxwaza gelê Nisêbînê ya ji bo vegera li cih û warên xwe ji nedîtî ve tê, plana tinekirinê ya topyekûn xistiye meriyetê. Kaya got, gelê Nisêbînê wê li dijî vê plana têkbirinê li ber xwe bide.

'GEL AVAHIYAN NAXWAZE'

Kaya da xuyakirin, dewlet dixwaze gelê Nisêbînê di avahiyên xwe de hepsî bike û ragihand, gelê Nisêbînê qebûl nekiriye bikeve van avahiyan û bi vê armancê bi hezaran daxwazname radestî rayedaran hatine kirin.

Hevşaredara berê Sara Kaya diyar kir, gelê Nisêbînê xaniyên xwe dixwaze û got, "Lê belê delwet xaniyên gelê Nisêbînê xera dike, dişewitîne. Xaniyên tiştek pê nehatiye jî xera dike. Talanê dike."

'ZIVISTAN HAT, ALÎKARÎ TÊRÊ NAKE'

Kaya destnîşan kir, ku di van mehên zivistanê de divê piştgiriya ji bo gelê Nisêbînê bê zêdekirin û diyar kir, alîkariyên heta niha tên kirin, têrê nakin. Kaya anî ziman, hewldana gelê Mêrdînê ya ji bo alîkariyê girîng e, lê têrê nake û xwest, alîkariya malzemeyên ji bo zivistanê bê kirin. Sara Kaya da zanîn, pêwîstiya gelê Nisêbînê bi sobe, betanî û alavên di sermayê de karibin bi kar bînin heye û got, di vê çarçoveyê de ew li benda alîkariya gelê Kurdistanê ne.