Di roja 158. de YPG/YPJ hat silavkirin

Hêzên YPG/YPJ’ê ji aliyê gelê ku li xeta sînor nobetê digirin ve careke din hatin silavkirin.

Şervanên YPG û YPJ’ê ku li Kobanê di roja 158. de berxwedanek mezin nîşan didin ji aliyê gelê ku li xeta sînor nobetê digirin carek hatin silavkirin.

Hêzên YPG û YPJ’ê operasyonên azadiyê yên li gundên Kobanê dabûn destpêkirin li başur, rohilat û rojava gihiştin sînorê kantonê.  DAIŞ ku li navenda bajar têk çû li gundan jî wendahiyên mezin didin û beyî ku berxwe bidin direvin.  Bi dehezaran Kobaniyên ku koçî Pirsûsê kiribûn jî dest bi vegerê kirine. Li aliyê din jî berxwedêrên li sînor ji roja ewil ya berxwedana Kobanê de nobetê digirin, nobeta xwe didomînin.  Li gundê Miseynter, Mehser û Elîzerê çalakiyên piştgiriya berxwedana Kobanê didome û  bi sedan kes xeta sînor ya eniya rojhilat û rojava ku pevçûn lê belav bûne dişopînin.

Bi sedan kesên ji bo piştgiriyê hatine van gundan ji bo silavên xwe bigihînin şervanên YPG û YPJ’ê zincîra mirovahiyê ava kirin. Girseyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê hildan û ligel sermayê destê hev girtin û berxwedana dîrokî ya Kobanê silav kirin.