Di roja 156. de Kobanê hat silavkirin

Şervanên YPG û YPJ’ê ku di operasyonên azadkirina gundan de hatine dawiyê, ji aliyê nobedarên li sînor ve bi zincîra mirovahiyê hatin silavkirin.

Şervanên YPG û YPJ’ê ku di operasyonên azadkirina gundan de hatine dawiyê, ji aliyê nobedarên li sînor ve bi zincîra mirovahiyê hatin silavkirin.

Berxwedana dîrokî ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat destpêkirin di roja 156’an de li gundan bi operasyonên paqjiyê berdewam dikin.  Hêzên YPG û YPJ’ê ku di operasyona azadkirina gundên Kantona Kobanê de hatine dawiyê, ji aliyê nobedarên sînor yên li Bakur ve bi coş hatin silavkirin.

Bi hezaran kesên ji roja destpêkê ya berxwedanê li gundên berxwedanê nobetê digirin îro zincîra mirovahiyê avakirin.  Welatiyên li gundên Miseynter, Mehesr û Elîzerê li xeta sînor a Kobanê hatin cem hev destê hev girtin û alên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê hildan.

Di zincîra mirovahiyê ya li her sê gundan de dirûşme hatin berzkirin û berxwedana mezin hat silavkirin.

Gelê li gund piştî çalakiya zincîra mirovahiyê paqjiya derdorê kirin.