Li ser rêya navça Bismila Amedê û Êlihê qezeya trafîkê pêk hat û 3 mamosteyan jiyana xwe ji dest dan. Mamosteyek din ku bi giranî birîndar bû jî jiyana xwe ji dest da.
Li ser rêya Bismîl û Êlihê li mewkiya bajaroka Salata navça Bismilê ku her dem qezayên trafîkê pêk tên îro careke din qezeya trafîkê pêk hat. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin wesayita bi plakeya 21 TA 603 ji ber xerabûna rê li binguhê pirê ket û qeza kir. Hate diyarkirin ku Alikarê Midurê dibistana Bajaroka Salatê yê bi navê Hasan Ortaç û mamosteyên bi navê Ýslam Bîtkîn û Halîme Katikmak jiyana xwe ji dest dan û 2 mamoste jî brîndar bûn.
Hate ragihandin ku 2 mamosteyên bi granî brîndarbûn yên bi navê Seher Keklîk û Ahmet Çetîn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Amed û Êlihê. Hat ragihnadin ku Ahmet Çetîn jî jiyana xwe ji dest da.