Serê sibê saet di 05.45'an de li Qereqola Angulê ya navçeya Lîceya Amedê teqîn mezin pêk hat. Ji ber teqînekê dukel li ser qereqolê ket.
Li navçeya Lîceya Amedê serê sibê saet di 05,45'an de li Qereqola Ferandariya Cendirmeyan a Angulê teqînek mezin pêk hat. Hate zanîn ku maşîneyek bombe lê barkirî ket hundirê qereqolê û piştî maşîne ket qereqolê teqîn pêk hat. Di teqînê de dukelek zêde bilind bû.
Hêjayê gotinê ye ku gerîlayên HPG’ê 2yê mijdarê li dijî vê qereqolê çalakiyek mezin pêk anîn. Rayedarên Tirk îdîa kirin ku tenê leşkerek miriye û 6 jî birîndar bûn. Lê HPG’ê ragihand ku 41 leşker hatine kuştin. HPG’ê piştre dîmenên qereqolê weşand û ji bilî leşkerê ku artêşa Tirk nasnameya wî aşkere kir, HPG’ê nasnameya leşkerek din ê Tirk ê ku di wê çalakiyê de hatibû kuştin aşkere kiribû.