Di perwerdeya li Rojava de rengê jinê
Endama Kordînasyona KPC-Demokratîk Fîdan Dîreî diyar kir, sîstema perwerdeya bi zimanê dayikê ya li Rojava encamên girîng derxistiye holê.
Endama Kordînasyona KPC-Demokratîk Fîdan Dîreî diyar kir, sîstema perwerdeya bi zimanê dayikê ya li Rojava encamên girîng derxistiye holê.
Endama Kordînasyona Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Fîdan Dîreî li ser sîstema perwerdeyê ya li Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.
Dîreî da xuyakirin, ku wa di 26'ê Hezîrana 2015'an de kongreyek pêk anîn û di bin navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) xwe birêxistin kirin. Dîreî diyar kir, ev komîte ji 9 pêkhateyên "Saziya Ziman, Yekîtiya Mamosteyan, Rêveberiyên Dibistanên Navîn û Lîseyê, Rêveberiyên Dibistanên Seretayî û Dayikê, Rêveberiyên Pehmangeh û Komîteyên Xwendekaran" pêk tê.
Dîreî da zanîn, ku di nava KPC-Demokratîk de meclîsa ji nûnerên hemû pêkhateyan û korîdnasyonek ji 9 kesan hene û got, "Ev kordînasyon ji temamiya perwerdeyê berpirsyar e. Di heman demê de nûnerên ji rêveberiya xweseriya demokratîk jî hene. Karê van nûneran pêkanîna têkiliyên dîplomatîk di navbera desteya karên perwerdeyê ya rêveberiya xweseriya demokratîk û kordîneya KPC-Demokratîk e."
Dîreî ragihand, Meclîsa Giştî ya KPC'ê mehê caerkê, kordînasyon jî hefteyê carekê li hev dicivin û got, "Berê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) navenda giştî ya vî karî bû û vê yekê tehdeyek zêde li SZK'ê dikir. Derfet nedidît ku bibe bersiv ji hemû xebatan re. Bi vê rêxistinbûyînê re SZK bêhtir giranî da ser karê xwe û encamên vê kûrbûnê jî derket holê. Mirovên bi emr, dayik, bav yan jî kesên din ên perwerde nedîtine, li SZK perwerdeyê dibînin. Perwerdeya mirovên li derveyî dibistanê dimeşîne. Komîteya xwe ya wêjeyê heye, ku li ser zimanê Kurdî lêkolînan dike. Komîteya tercûmeyê heye. Ev jî ji bo mijarên pêwîstiya xwe bi tercûmekirinê heye tercumanên pispor dafirîne. Wekî din Yekîtiya Mamosteyan ji berê ve dixebite. Ev sazî jî bi giranî li ser mijara mamosteyan eleqedar dike, dixebite.
Rêveberiyên dibistanan hene. Ev jî bûne du beş. Yek jê rêveberiyên dibistanên dayikê û seretayî, ku ji pênc kesan pêk tê. Ya duyemîn jî rêveberiyên dibistana navîn û lîseyê, ev jî ji sê kesan pêk tê.
980 MAMOSTE PERWERDEYÊ DIDIN 26 HEZAR XWENDEKARAN
Hejmara mamosteyên niha li temamiya dibistanên kantonê wezîfedar in, 980 ye. Li navenda bajêr îsal bi giştî heft dibistan hatin vekirin. Li xeta gundan jî du sed û deh dibistan hatin vekirin. Niha li dibistanên dayikê û seretayî zêdeyî 18 hezar xwendekar perwerdeyê dibînin. Li dibistanên navîn û lîseyê zêdeyî 8 hezar xwendekar hene. Yanî niha li gelemperiya kantonê bi qasî 26 hezar xwendekar hene. Îsal dema serdema perwerdeyê destpê kir, hejmara xwendekarên qeydkirî 7 hezar 200 bû. Piştre bi vegera malbatên çûbûn kantona Cizîrê û koçî derve kiribûn, em gihaştin vê hejmarê. Li gorî texmînên me hejmara xwendekaran wê sala pêş bigihêje 35-40 hezarî. Ji niha ve me dest bi amaekariya vê kirine. Tevî 7 dibistanên li nava bajêr, 8 dibistanên li qada muzeyê jî ji bo bê amadekirin xebat tê meşandin. Ev kar wê li gundan jî bê meşandin. Em hewl didin dibistanên nû vekin an jî dibistanên berê nû bikin. Di vê demsala derçûnê de wê tiştekî nû pêk were. Hemû dîploma û qarneyên îsal werin dayîn wê dîploma û qarneyên KPC bin. Yekemcar wê xwendekar dîplomayên sîstema xweseriya demokratîk werbigirin."
PEYMANGEH XEBATEKE BINGEHÎN A SÎSTEMA ME YA PERWERDEYÊ YE
Dîreî da zanîn, ku di nava sîstema wan a perwerdeyê de Peymangeh, yanî estîtuyên perwerdeyê weke xebateke bingehîn cih digirin û got, "Armanca vê saziyê ew e, ku bersivê bide pêwîstiyên kantonê yên bi mamosteyan. Beriya niha Peymangeha Şehîd Zozan ji bo dibistana seretayî mamoste amade dikir. Li vê derê 230 namzetên mamosteyan niha perwerdeyê dibînin. Di 6'ê Çileyê de Peymangeha Şehîd Gîwara hat vekirin. Li vê Peymangehê jî bi giranî mamosteyên beşên fîzîk, kîmya, biyolojî û matematîkê tên amadekirin. Niha nod namzetên mamosteyên branşan hene. Akademiya Şehîd Viyan heye, ev akademî beriya şerê Kobanê jî hebû. Bi sê dewreyan perwerde kiribû. Di beşên ziman, dîrok û bîrdoziyê de mamoste amade dikir. Ji bo valahiya mamosteyên beşên dîrok, cografya, felsefe, psîkolojî û sosyolojiyê dagire, dewreyeke ji bo heyşt mehan da destpêkirin."
JI SEDÎ 95 Ê MAMOSTEYÊN ME JIN IN
Dîreî diyar kir, niha li du Peymangeh û akademiyan bi qasî şeş sed xwendekar ji bo di sala were de bibin mamoste, perwerdeyê dibînin û wiha dewam kir: "Li tevahiya qadên me yên perwerdeyê, hem li qadên xwendekaran hem jî li yên mamosteyan, taybetmendiya herî girîng e ku piraniya beşdaran jin in û jinên di emrê ciwan de ne. Ji sedî 95 ê mamosteyên me jin in. Lewma karê me yê perwerdeyê bi rengê jinê tê meşandin."
Endama Kordînasyona Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Fîdan Dîreî da xuyakirin, ku li nava rêveberiya xweseriya demokratîk jî xebatên desteya perwerdeyê hene û got, "Ji vê destekê nûner di nava KPC-Demokratîk de hene. Pêşniyar û biryarên li qada perwerdeyê, bi rêya van nûneran digihêjin ber destê vê desteyê. Dîsa pêşniyar û biryarên li desteyê tên wergirtin jî, evnûner digihînin Kordînasyona KPC-Demokratîk. Mûxatabê yên ji derve tê û alîkariya ji derve tê, ev deste ye. Deste van agahî û xebatan pêşkêşî kordînasyonê dike û di encama nîqaşa hevpar de biryarên tên strendin bi cih tên anîn.
JI JIBERKIRINÊ BÊHTIR EM DIXWAZIN NIFŞEKÎ AFIRÎNER DERXÎNIN HOLÊ
Dîreî anî ziman, ku di sîstema perwerdeyê de ew afirandina rêxistinbûyîneke civakî esas digirin û got, "Ji jiberkirinê bêhtir em dixwazin afirîneriyê, nifşekî lê dipirse, dafirîne derxînin holê. Bi kesayetên haya xwe ji civakîbûnê çêbûye re em dixwazin nifşekî xwedî hişmendiya neteweya demokratîk bafirînin. Hewl tê dayîn, bernameya perwerdeyê û sîstema dibistanan li gorî vê yekê bê avakirin."
PÎVANA SERKETINÊ, FEYDEYA WÊ YA LI CIVAKÊ YE
Ji bo pirsa "Fermiyeta vê asta perwerdeyê çi ye, hûnê xwe çawa bi cîhana derve bidin naskirin?" Dîreî ev bersiv da:
"Kurd ji xwe niha gelekî bêstatu ye. Ez dikarim vê îdîayê bikim; her xendekareke/î li dibistanên me perwerdeyê dibînin, dikarin di heman astê de li dibistaneke li devereke din a cîhanê perwerdeyê bibîne û bi ser keve. Di vî warî de em baweriya xwe bi mufredata xwe ya dibistanê tînin. Kî dixwaze bila bê lêkolîn bike. Qebûlkirin an jî qebûlnekirina perwerdeyê, mijareke siyasî ye. Her sîstemek li gorî xwe nêzî perwerdeyê dibe. Lê aliyê hevpar ê van hemû nêzîkatiyan ew e, ku hemû sîstem dixwaze bi rêya perwerdeyê hebûna xwe bidomîne. Sîstemên dewletparêz bi afirandina mirovê kole, bi xwe ve girêdayî dixwaze vê bi ser bixîne. Her dîploma bûye zincîrek ku şexs bi netewe-dewletê ve girê daye. Lê perwerdeya neteweya demokratîk li dora civakîbûnê dimeşe. Perwerdekirina mirovan ji bo xêra civakê, tê wateya azadkirina mejî. Di civaka exlaqî polîtîk de pîvanên qebûlkirina civakê girîng in. Statu ji jorê ve nabe, bi civakê ve dibe. Di sîstema me ya perwerdeyê de asta serketinê bi 'çiqasî feydeyê li civakê dike' tê pîvandin. Di mejiyê xwendekar de dîplomayek an jî 'pêşerojek' nîne. Beriya her tiştî feydeya li civakê esas digire."
Der barê zimanê perwerdeyê de jî Dîreî got, "Di sê salên destpêkê de xwendekarên ji her neteweyê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibînin. Dibistan tevlîhev in, lê sinif ji hev cuda ne. Piştî sinifa sêyemîn, xwendekarê ji her neteweyê, dest bi hînbûna zimanê neteweya din dike. Perwerdeya vê dibîne. Bi vî rengî ziman û çanda hev hîn dibe."