Di pêngava Reqayê de bi dehan sivîl hatin rizgarkirin
Pêngava Xezeba Firatê, ku di 5'ê Mijdarê de ji aliyê Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê ve hate destpêkirin, di qonaxa duyemîn de ye. Di operasyonên vê qonaxê de gelek sivîl hatin rizgarkirin.
Pêngava Xezeba Firatê, ku di 5'ê Mijdarê de ji aliyê Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê ve hate destpêkirin, di qonaxa duyemîn de ye. Di operasyonên vê qonaxê de gelek sivîl hatin rizgarkirin.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, piştî amadekariyên berfireh di 10'ê Kanûnê de ji 2 baskan ve dest bi qonaxa duyemîn a Pêngava Rizgarkirina Reqayê kirin. Şervan di çarçoveya planên xwe de bi pêş ve diçin.
Ji bo zerar li sivîlan nebe, şervan bi hesasiyeteke mezin tevdigerin. Heta niha, di 7 rojên destpêkê yên operasyonê de 27 gund û bi dehan gundik, girên stratejîk û bi dehan nuqte hatin rizgarkirin.
Di şer û êrîşên hewayî de herî kêm 54 çete hatin kuştin û 5 çete rehîn hatin girtin. Sivîlên di çarçoveya pêngavê de hatin rizgarkirin, bi kêfxweşî pêşwaziya hêzên QSD'ê dikin.
Mayîn û xefikên teqemeniyan ên li gund, gundik û girên hatine rizgarkirin, ji aliyê tîmên pispor ên QSD'ê ve tên rakirin û piştî gund tên ewlekirin, gundî li malên xwe vedigerin.
Di çarçoveya operasyonên qonaxa duyemîn ên pêngavê de duh gundên Borsîncar Şemalî, Borsîncar Cenûbî, Sehba, Ebû Galat û Hecî Silêman ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.
Ji objetîfa ANF'ê, sivîlên Reqayî yên ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin...