Di nava têkoşîna azadiyê de hejmara Denîzan her zêde dibe
Denîz Firat, berî du salan, di 8'ê Tebaxê de, dema êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî wargeha Mexmûrê li refên herî pêş ên şer ji cîhanê re radigihan, jiyana xwe ji dest da.
Denîz Firat, berî du salan, di 8'ê Tebaxê de, dema êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî wargeha Mexmûrê li refên herî pêş ên şer ji cîhanê re radigihan, jiyana xwe ji dest da.
Bi notên xwe yên li ser nûçeya xwe ya dawî, ku di bêrîka wê de bû û şopên xwînê li ser bû, dersa rojnamevaniyê da jinên şopdarên xwe. Par di salvegera şehadeta Denîz Firat de, dewreya yekemîn a perwerdeyê ya akademiya çapemeniyê, ku li ser navê wê hat lidarxistin, qediya. Û hê jî gelek rojnaevanên jin ên li ser şopa wê ne, xwe perwerde û amade dikin. Li dû şehadeta wê, hejmara rojnamevanên jin ên li qadên şer bi cesaret û hêza ji wê girtî dixebitin, roj bi roj zêde dibe.
'TÊKOŞÎN NEBE EZ JÎ NÎNIM'
Denîz Firat li navçeya Ebex a Wanê ji dayik bû. Malbata Firat yek ji malbatên destpêkê ye, ku di salên 90'î de ji ber zordariya dewletê neçar ma ji Bakurê Kurdistanê koç bike. Ewilî koçî Rojhilatê kurdistanê dike. Li vê derê, xwişka Firat Binevş tevlî nava refên gerîla dibe. Dayik û bavê Firat jî ji aliyê îstîxbarata Îranê ve tên girtin. Denîz û xwişka wê ya jê mezintir Sarya, piştî ku dayik û bavê wan hatin girtin, bi qasî du mehan bi tenê man û agahî ji malbata xwe negirtin.
Malbat li vê derê jî ji aliyê dewletê ve hat sirgûnkirin û vê carê hat kampa Zelê ya li Başûrê Kurdistanê. Li Zelê, birayê wê yê biçûk Delîl ê nexweş, ji ber bomberdûmana balafirên şer, ku nikarîbûn bibin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da. Di sala 1992'an de, di operasyona Tirkiyeyê ya bi desteka PDK'ê li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd da meşandin de, malbat di nava şer de ma. Piştî demeke kurt, Denîz û xwişka wê Sarya tevlî nava refên gerîla dibin. Lê ji wan re tê gotin, ku emrê wan biçûk e û ji wan tê xwestin, ku vegerin mala xwe. Lê Denîz û Sarya vê qebûl nakin. Di nava demeke kurt a li cem gerîla mayî de, hevalekî wan şehîd dikeve û ev yek bandoreke mezin li wan dike. Herî zêde şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bandorê li Denîz Firat dike û biryara xwe ya tevlîbûna li nava refên gerîla zelal dike. Çar xwişkên ku di emrekî biçûk de faşîzma dewletê, şer, mirin û sirgûn dîtin (Binevş, Sarya, Denîz û Binevş a biçûk) zû pê hesiyan ku ji bo karibin bijîn divê têbikoşin. Denîz êdî weke gerîlayeke ciwan li çiyayên Kurdistanê xwe dibîne û her kêliya jiyana we bi kedê dihûne. Denîz dilsoziya xwe ya bi jiyana gerîla re bi van gotinan bilêv dike; 'Çiya nebe ez nikarim bijîm, hevrê nebin ez nikarim bêhnfê bistînim, ked nebe ez nikarim watedar bim, têkoşîn nebe ez ê nebim'. Di emrê xwe yê biçûk de Denîz Firat dibe gerîlayeke Botanê. Li çiyê hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Di her kêliya jiyana gerîla de hewl dide xwe bi pêş ve bibe.
DI ÇAPEMENIYA JINÊN KURD DE XETA HEQÎQETÊ
Di salên dawî yên têkoşîna xwe de cih di nava karê çapemeniyê de girt. Bi taybetî di qada nivîskî de bi zimanê xwe yê dayikê tevkariyê li xebatên çapemeniyê dike. Mîna Gûrbetellî Ersoz, Şîlan Aras û Arjîn Amedan, ku dan ser şopa wan, bi kamera, pênûs û jiyana xwe bû şopdareke xeta heqîqetê ya çapemeniya jinên Kurd.
Denîz Firat herî dawî hêzeke mezin dide xebatên çapemeniyê yên li Mexmûrê. Bi zarokên li wargehê re jî têkiliyeke xurt datîne û li vê derê bi wan re komeke belavkirina rojnameyê ava dike. Denîz Firat bi jiyana xwe nîşan da, ku di nava rastiya şer de mirov çawa dikarin bibin rojnamevanek. Di demeke krîzê û êrîşên dijwar ên li hemberî gelê Kurd de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxê de hewl da li Şengalê komkujiyê bike, zû pê hesiya ku pêkane êrîşî Mexmûrê jî bikin û ev rewş bi hevalên li derdora xwe re parve kir. Denîz bi şev û roj li ser rewşa li Şengalê hevpeyvîn, bername çêkir û bê sekin bi eşq xebitî.
NÛÇEGIHANIYA LI NAVA ŞER
Di 6'ê Tebaxê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî wargeha Mexmûrê kirin. Di dema vê êrîşê de Denîz Firat bi kameraya xwe timî dîmen kişand. Her wiha bi rêya telefonê kêlî bi kêlî nûçe ji televîzyonên Kurd re derbas kir. Di nava şer de, rewş ji cîhanê re ragihand. Roja 8'ê Tebaxê ji bo dîmen bikişîne li eniya herî pêş e û dîsa nûçeyan ji gelek televîzyonan re radigihîne. Saetek du saet piştî çûyîna qada şer, li cihê Denîz çûbû dengê çekan zêde bû. Hevalên wê yên kar rewşê meraq dikin û lê digerin. Lê ew ji wan re dibêje, rewş niha ne musaît e, divê ew dîmenê bûyerê bikişîne. Piştre ji hevalên wê yên tên cihê bûyerê re dibêjin, birîndar hene. Yek ji birîndaran jî Denîz Firat e, ku ji ber parçeyên şarapnelê yên li bedena wê ketin, jiyana xwe ji dest da. Bi notên xwe yên li ser nûçeya xwe ya dawî, ku di bêrîka wê de bû û şopên xwînê li ser bû, dersa rojnamevaniyê da jinên şopdarên xwe.
DENÎZ FIRAT BÛ PÊŞENG
Heta dawiyê xwest li qada şer karê xwe bidomîne. Ev israr, daxwaz û hezkirina wê bandor li her kesî kir û şehadeta wê li nava raya giştî ya cîhanê deng veda. Piştî şehadeta Denîz Firat, hempîşeyên wê jê cesaret girtin û hejmara nûçegihanên jin ên li qada şer zêde kirin. Ji bo xebatkarên jin ên çapemeniyê yên di nava şert û mercên dijwar de dixebitin, Denîz Firat bû pêşeng.