Di nava gerîla de 'Heval' yekparebûna mirovan e

Fêmkirina hevrêtiya li nava gerîla, bi fêmkirina gotina heval dibe. Ji wateyê wêdetir, bê heval ev çiya û ev têkoşîn nabe.

Gerîla naveroka heval bi vî rengî pênase dikin. Gerîlayên YJA Star û HPG'ê dibêjin, heta mirov wateya heval fêm nekin, mirov nikarin bibin PKK'yî.

HEVAL DI NAVA GERÎLA DE GIHAŞT WATEYA XWE YA RASTEQÎN

Gerîlay YJA Starê Çîçek Botan diyar kir ku gotina 'heval' parçeyek ji jiyana wê ye û destnîşan kir ku wateya vê gotinê bi jiyana gerîla re bûye yekpare. Gerîla Çîçek Botan got, "Di nava gerîla de bilêvkirina gotina heval, ahengiyeke cuda tevlî jiyanê dike. Peyva heval parçeyekî te ye. Gotina destpêkê ji devê te derdikeve ye. Destpêk û dawiya hemû hevokan e. Xwedî wateyeke welê ye ku hêzê dide me, me li ser piyan dihêle. Welê xweş tê guhê mirovan, ku miro dixwaze bi lez û bez bersivê bidin vî dengî. Yekparebûnekê nîşan dide. Wezîfeya te çi dibe bila bibe, çi kevin çi nû, çi temendirêj çi emirbiçûk, hemû di nava vê gotina heval de cih digirin. Ev jî dibe navê hevgirtinê. Xwedî wateyeke naturel e. Jin mêr, hemû heval in. Heval nabê piştrastî, pê baweriyê ye. Di navbera mirovan de bingeheke xurt a baweriyê diafirîne. Hevaltî, di her şert û mercan de tê wateya hevgirtinê. Dilsoziyeke sade û tevna hurmetiyê ye."

ŞEHÎDÊN ME WATEYA HERÎ MEZIN DANE GOTINA HEVAL

Gerîlaya YJA Starê Çîçek Botan got, "Keseke/î ji rêzê dikare gotina heval bi kar bîne, lê belê nikare xwe bigihîne heman jidilbûyînê" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Yanî nikare xwe bigihîne wê jidilbûyîna gerîlayan. Sedema wê jî ew e, ku parvekirina li vir û bandora heybetiya çiyê û bedewiya xwezayê li dengê me ye. Gotinên ji dil tên bilêvkirin, cuda ne. Ji bo hevalên xwe em her tiştî didin ber çavên xwe û dikin. Fedekariyeke biçûk a di jiyanê de hevalek dike, gelek caran vediguhere wateya mezin. Biçûkanî yan jî mezinahiya tiştên ji bo hevala/ê xwe bê kirin, nîne. Di nava PKK'ê de bingeha hevrêtiyê bi xurtî hatiye danîn. Em jî gerîlayên dixwazin di vê rê de bimeşin, vê têkoşînê bimeşînin e. Mazlûm Dogan wateya hevalbûyînê, bi bilindkirina ruhê berxwedanê li dijî faşîstan, bi pêxistina sê derbikên niftikê nîşan da. Hevala Bêrîtan wateya hevaltiyê, bi xwe avêtina ji zinaran a li dijî xiyanetê, raxist pêş çavan. Hevala Zîlan, bi teqandina bombeyan di bedena xwe de, wateya hevalbûyînê hînê me kiriye. Wateya ku em didin hevaltiyê, di vê astê de ye."

WATEYA HEVALTIYÊ, HÎSKIRINA HEV E

Gerîlaya YJA Starê Leyla Başkale jî da xuyakirin ku wateya hevaltiyê, hîskirina hev e û got, "Hevaltî tê wateya parvekirina hemû bîranînan. Di her kêliya jiyanê de tu bi hevalan re ye, di nava zehmetî yan jî rehetiyê, di çalakî, şer, meş an jî wezîfeyekê de. Bi kurtasî dema tu razê gotina şev baş û dema tu hişyar dibe gotina roj baş bi heval destpê dike. Ev parvekirineke. Tu hemû bedewiyên xwezayê bi hev re dijî, hemû demsalan bi hev re hîs dike, bi hev re şahidiyê ji guherîn û veguherîna demsalan re dike. Tu heman hestê hîs dike. Dema tu zehmetiyan dikişîne ya ku di destpêkê de dikeve bîra te, desteka hevrêyên te ye. Tu dixwazî kêliya xwe ya kêfxweşiyê bi hevala/ê xwe re parve bike. Yanî ya ku di her tiştî de ewilî tê bîra te û dikarî di her şert û mercî de bibîne, hevala/ê te ye. Berpirsyarên hevalbûyînê hene. Yên heval, xwe ji ti berpirsyariyê venagirin. Berpirsyartî, şertê destpêkê yê hevalbûyînê ye. Ev yek bêyî ku em pê bihesin ji ber xwe de diafire. Em her tim ji bo hev berpirsyar in. Berpirsyartî tê parastina hev. Em di nava rewşeke şer de dijîn û pêwîste di vê rewşê de haya me ji hev hebe. Di nava rewşa şer de wate û naveroka hevaltiyê derdikeve asta herî bilind. Ev wateya derdikeve asta herî bilind moral û hêzê dide me. Piştî hevala/ê te li cem te be, cîhan jî bi ser te de bê, ti wateya xwe nîne. Ji ber ku hevala/ê te li cem te ye û tu li cem hevala/ê xwe ye."

HEVAL JIYAN BI XWE YE

Leyla Başkale anî ziman ku dema mirov ji wezîfeyekê tê, hevalek te bi rûkenî pêşwazî dike û ji dil dibêje 'quwet be', hingî rewşa westiyayî yekser ji ser mirov dike û got, "Heval tê wateya jiyanê. Ya ku te li çiyê li hemberî zor û zehmetiyan bi ser dixîne hevalv e. Hevaltî di nava me jinan de bêhtir watedar e. Meşandina têkoşîna azadiyê bi ewqas hevalan re, pêkanîna yekparebûneke bi vî rengî ya vînê, hêza hevaltiyê nîşan dide. Hesta pêbaweriyê jî bi hevaltiyê ve girêdayî ye."

HEVAL JI BO TE HER TIŞT E

Gerîlayê HPG'ê Serhat Karayazi got, "Heval ji bo te her tişt e" û bal kişand ser van xalan: "Yên ku di her kêliyê de li cem te ne û wateyê didin te, hevalên te ne. Ji ber vê rewşê, naveroka têgînê diguhere. Heval tê wateya hilgirtina berpirsyartiyê. Ya ku van çiyayan watedar dike, yekparebûna ruhî ya hevalan e. Ya ku têkoşînê xurt dike jî pîvana hezkirin û hurmetê ya hevaltiyê ye. Xwedîderketin û parastina hevala/ê xwe, di heman demê de parastina nirxên xwe ye. Xwedîderketina li nirxên xwe ye. Di nava PKK'ê de tu ji her kesên di her emrî de dibêjî heval. Cudabûna wateya hevaltiyê bi vî rengî ye. Dema em li tiştekî biçûk rast tên -çi erênî çi jî neyînî- gotina destpêkê ya tê bilêvkirin Heval e. Em ji kûrahî ve vê gotinê hîs dikin û bilêv dikin. Ji dema avabûna PKK'ê û vir ve rewş bi vî rengî ye. Belasebep nayê gotin ku gerîla di her tiştî de li pêş e. Ji ber ku ya zehmet hilbijartiye, ked û xwêdanê dide û navê jiyaneke berxwedan û kedê ye. Di nava zor û zehmetiyê de havênê hevaltiyê hatiye amadekirin. Hevalbûyîn tê wateya avakirina kesayetiyê û xurtbûyîna mirov. Afirandina hev e. Baweriyeke ji xwe û moraleke mezin diafirîne. Her wiha dilsoziyê diafirîne. Bi vê dilsoziyê re mirov xwedî li nirxan derdikevin.

Hevrêyê me û şehîdên me yên pêşeng, bingeha pîvanên hevaltiyê danîn. Di pîvanên hevaltiyê de ti carî tawîz nîne. Bi hezaran heval li gorî van pîvanan tevdigerin û di têkiliya hevaltiyê de qet tawîzê nadin."

Serhat got, "Ji bo min her hevrêyeke jin mîna xwedawendekê ye. Di warê pêşvebirina têkoşîna jinê de kedeke bêeman a Rêberê me heye. Bi tevlîkirina jinan li nava tekoşînê re xeta azadiyê ya jinê afirand."

YEK JI XALÊN PKK'Ê LI SER PIYAN DIGIRE HEVRÊTÎ YE

Gerîlayê HPG'ê Agît Welat jî cudahiya di navbera hevaltiya di nava sîstemê û hevalatiya di nava gerîla de bi van gotinan tîne ziman: "Di nava sîstemê de hevalê de ji bo te nakeve nava hemû zor û zehmetiyan, ji bo te mirinê nade pêş çavên xwe, ji bo jiyana te, ji xwe tawîze nade. Di nava gerîla de hevalbûyîn tê wateya jiyana bi hezaran di bedenekê de. Heval tê wateya yek nefes, yek wicûd, yek dil. Hevalên me nebe, em ti tehmê ji jiyanê nagirin. Jiyan bi hevalan re xweş e. Bi hevalbûyînê re em hemû zor û zehmetiyan derbas dikin. Bi hevalbûyînê re em bedewiyê li bedewiyên çiyê zêde dikin û bi çiyê re dibin yek. Navê miqatebûn û hîskirina hev e hevaltî."

Gerîlayê HPG'ê Agît Welat herî dawî got: "Ez her tim li ser difikirî; gelo ya ku PKK'ê li ser piyan digire çi ye? Bêguman îdeolojiya PKK'ê, têkoşîna afirandina civak û jiyana nû û têkoşîna azadiya gelan e. Lê min ev jî fêm kir, ku yek ji pîvanên herî girîng jî nav û wateya hevaltiyê ye. Bêyî hevaltiyê, bêyî fêmkirina wateya wê, têkoşîn nayê meşandin. Tu yê di destpêkê de hevaltiyê hîn bibe, naveroka hevaltiyê dagire û hîn bibe bi PKK'ê re bimeşe. Heta ev nebe mirov nikare têkoşîna azadiyê bimeşîne. Li gorî min yek ji nuqteyên girîng ku PKK'ê li ser piyan digire, hevrêtî ye."

...