Di êrîşa li Qamişloyê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes birîndar bûn
Di êrîşa xwekujî ya li Qamişloyê hat kirin de, kesekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn ku birîna yekî ji van giran e.
Di êrîşa xwekujî ya li Qamişloyê hat kirin de, kesekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn ku birîna yekî ji van giran e.
Li nêzî Parka Kîndî ya di bin kontrola hêzên rejîmê de ye êrîşeke xwekujî hat kirin. Di encama vê êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn ku birîna yekî ji van giran e.
Şahidên bûyerê dan xuyakirin, maşîneya bombebakirî li cihekî 50 metroyan dûrî benda kontrolê ya Sotoro, di nava 2 maşîneyên Sotoro de hat teqandin.
Li ser êrîşê hînê daxuyaniyeke fermî nehatiye kirin. Piştî teqînê li cihê bûyerê û derdora wê tedbîrên berfireh ên ewlekariyê hatin girtin.