Di dest DAÎŞ’ê de girtîbû, niha li Rojava şervan e
Mûstafa yê ku beriya 3 salan ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê li Minbicê bi hevalên xwe yên xwendekar re dîl hatibû girtin, niha di refên Şoreşê de bi navê Şervan Hîkmet li dijî çeteyan têdikoşe.
Mûstafa yê ku beriya 3 salan ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê li Minbicê bi hevalên xwe yên xwendekar re dîl hatibû girtin, niha di refên Şoreşê de bi navê Şervan Hîkmet li dijî çeteyan têdikoşe.
Hîkmet got rizgarkirina Minbicê ku beriya 3 salan çeteyan ew lê dîl girtibûn, ji bo wî xwedî wateyek pir mezin e.
Li Minbicê Pêngava Şehîd Feysel Ebû Leyla ber bi dawiyê ve diçe, Şervan Hîkmet ê bi eslê xwe ji Kobanê ku 3 sal berê dema ji Helebê diçû Kobanê li Qereqozaxê ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê dîl hate girtin û domahiya 4 mehan bi êşkenceya çeteyan re hevrû bû, niha ji bo tolhildanê di nav refên şoreşê de cihê xwe digire.
Şervan Hîkmet ê bû şahidê kiryarên hovanê yên çeteyên DAÎŞ’ê, jiyana xwe ji ANF’ê re vegot.
Şervan Hîkmet îfade kir ku beriya şerê Kobanê bi 400 xwendekarî re dema vedigerin Kobanê ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê tên ragirtin û domahiya 4 mehan li Minbicê tên girtin, destnîşan kir ku dixwaze tolê ji êşkencekaran hilde.
Şervan Hîkmet tiştên hatine serê wî wiha anî ziman: “Dema em ji Minbicê bihurîn û gihiştin pira Qereqozaxê me dît ku ji 3 milan em dorpêç kirin.
Çeteyên ku wesayîtên me rawestandin, her kes ji wesayîtê danîn. Destpêkê jin û mêr cuda kirin. Dema me fêm kir ku wê me bigirin, em 6 heval reviyan gundekî. Demekê em li gund man, piştre me got dibe em karibin ji pirê bibihurin û bigihêjin Kobanê. Dema em vegeriyan jî çete li cihên xwe bûn û ji çar milan dor li me girtin. Vê carê ti derfetên me yên revê nîn bû.
Ji ber em reviyabûn, çeteyan li wir li me dan, êşkence kirin û me birin ew cihê ku xwendekar ji wesayîtan peya kiribûn. Heta demekê propaganda kirin, dûvre jin berdan, mêr dîsa li wesayîtan siwar kirin, berê me dan navenda Minbicê û li dibistana jê re digotin Medresa Şerîa em ragirtin.
SIBÊ ÊVARÎ LI ME DIDAN
Piştre em birin Dibistana Finûn ya li ber sîloyên genim. Li vir me li komên 18 kesan belav kirin. Li ser her komekê jî ji xwendekaran yek hilbijartin û kirin Emîrê komê. Ji min re gotin tu emîrê koma 18 kesan e. Ji ber li rê gef li min xwarin û êşkence kirin, min got, ‘temam’. Temenê min hê 17 bû û min nizanîbû ez ê çi bikim. Li ji tirsa min got dibe.
Ji ber em Kobanî û Kurd bûn, rojê du caran, sibehê û êvarî li me didan û êşkence dikirin. Digotin, “hûn Kurdên bêdîn û PKK’î” ne. Meha yekem wisa bi lêdan û êşkenceya qeba li ser me psîkolojiyek ava kirin. Meha duyem Emîrekî digotin Yemenî ye hat. Ev Emîr li karên teqemeniyê dinerî. Ev kes vê carê serî li polîtîkayek cuda da, talîmat da ku ‘ti kes dest van nedin.’ Ev jî ji bo bandorkirina me bû. Piştî mehekê ev kes jî çibû.
Piştre jî li gel Emîrekî Helebî, Emîrekî digot Efrînî û Kurd e hat. Ev şexsa bi taybet dijminantiya bi Kurd û PKK’ê re tanî ziman. Piştî ev her du Emîrên çeteyan hatin, her roj her saet li ser me dijwarî, êşkence û zext zêde bû. Bi van re jî zexta psîkolojîk zêde kirin û ji bo şikandina rûmeta me her tişt dikirin.
BI ZEXTÊ VE NIMÊJ Û ŞERÎAT FERZ DIKIRIN
Çeteyan bi êşkence, zext û tundiyê ve nimêj û rêgezên şerîatê ferz dikirin. Yên dersên wan jiber nekiriba, kêmekî jî li derveyî pîvanên wan bisekiya, bi şîdet û zextê dihatin cezakirin. Dirêjkirina rihê jî kiribûn pîvanekî mecbûrî.
Li beramberî êşkenceyên çeteyan ez ketim nav lêgerînekê. 3 defa min hewl da birevim. Nebû û dîsa hatim girtin. Her carê jî êşkence li min kirin û gefa mirinê xwarin. Carekê ji lingê min ez girêdam û avêtim darekê. Heta ji ser hişê xwe çûm ez li wir hiştim. Carekê jî ji ber reviyam bi elektrîkê êşkence li min kirin.
Ji ber em Kobanî û Kurd bûn, çeteyan êşkence û dijwarî kiribûn parçeyek ji rojê. Piştî her xwarinê me dikirin rêz û li me didan.
SERJÊKIRIN DIDAN TEMAŞEKIRIN Û DEST DAVÊTIN CIWANAN
Wek zexta psîkolojîk jî serjêkirin nîşan didan û vîdeo didan temaşekirin. Ji bo em li serjêkirinan temaşe bikin, em tanîn qadan. Li ber çavê me hemûyan serê êsîran jêdikirin. Carekê serê 7 endamên Artêşa Sûriyeyê Azad jêkirin, bi me jî dan temaşekirin. Piştî van jî çi bigotana îtîraz çênedibûn, me digot erê.
Çeteyên li gel vê jî ji bo şkandina îradeyê çavên wan di kîjan ciwanî de bibiriya ew danê êvarî digirtin û dest davêtinê. Bi vî şêwazî dixwestin îradeyê bişkînin û ji bo armancên xwe yên din bi kar bînin. Yên di nav me de sîxurtî dikirin jî ev kesên ku diketin xefka çeteyan û bi destavêtina wan re hevrû dibûn bû.
DÎMENÊN KOBANÊ DIDAN TEMAŞEKIRIN
4 meh ji ser girtina me bihurîbû. Rojekê hatin û gotin wê êrîşî Kobanê bikin. Me digot ev jî zextek psîkolojîk e. Lê radyoyek biçûk agahiya vê da. Çeteyan digotin, piştî Kobanê bigrin hûn ê jî li wir fermandarê Îslamê bin. Me jî çi digotin ji tirsa bersiva temam dida. Dema me nûçeyên Kobanê dibihîstin, her kesî dest ji girtîbûna xwe berdabû, ketibûn fikara malbat, hezkiriyên xwe.
Çeteyan piştî demekê vîdeoyên şerê Kobanê bi me dan temaşekirin, cenazeyên şervanên YPG’ê teşhîr dikirin.
Dema ketin sînorê Kobanê, ji Lîbyayê Emîrek hatibû. Wî hesab dikir ku di nav 8 rojan de Kobanê bikeve. Piştî demekê êdî balafirên şer jî li çeteyan da. Her balafira dihat li Minbicî jî dida.
EM BER BI AZADIYÊ DIREVIN
Piştî çend rojan Emîrê Lîbyayî got wê me serbest berde. Ji me re gotin, “balafir li hêzên komî didin, hûn diçin kû biçin, lê komî neçin.”
Dema me digot em dikarin ji bo bajêr çi bikin, ez rastî Kurdekî Efrînî hatim. Min got em dixwazin birevin lê nizanin em ê biçin kû. Efrînî ji me re got, “îro rêka Tirkiyeyê nîne. Balafir giran lê didin, îşev li gel min bimînin.” Êvarî em li gel wî man.
LI BER ÇAVÊN POLÎSAN ME SÎNOR DERBAS KIR
Êvarî bi rêka telefonê li bavê xwe geriyam û min xwest wesayîtekê ji me re eyar bike. Danê sibehê ez û hevalê xwe li wesayîtê siwar bûn û ber bi Rayê ketin rê. Dema em çûn Rayê jî me dît sînor vekirî ye. ji sînor zêdetir dişibiya rêyekê. Li hêla Tirkiyeyê 2 wesayîtên polîsan û wesayîtek akrep hebû. Me dîtin û dest men edan. Di sînorên Tirkiyeyê de piştî demekê polîs hatin gel me, li tîpa me, rihên me nêrîn, û bêyî tiştekî bipirsin gotin, biçin.
MINBIC TOLHILDANA KOBANÊ YE
Piştre em gihiştin malbata xwe ya ku ji ber çeteyan revîn Rihayê. Dema Kobanê jî hate rizgarkirin em vegeriyan Kobanê. Yên êşkence li me dikirin yek Kurdekî Efrînê bû û yê din jî ji gundê Dedalî yê Kobanê bû. Ez wan ji bîr nakim. Niha Minbic jî azad dibe. Ne kuştina van çeteyan, tenê kuştin ji bo van kêm e, dixwazim ev bên girtin û tevahî Kobanê cezayê van bibire.
Çeteyên ku em li Minbicê êsîr girtin, êşkence kirin û çeteyên Kobanê dagir kirin, niha hatine dorpêçkirin û her ku diçe tine dibin. Azadiya Minbicê wê tola tevahî şehîdên Kobanê hilînin. Tinebûna çeteyan wê ji bo me û tevahî gelê me serkeftinek mezin be.”