Di çalakiyên ji bo Ocalan de AKP hat hişyarkirin: Bi agir nelîze!

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Di van çalakiyan de daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat kirin û AKP hat hişyarkirin.

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Di van çalakiyan de daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat kirin û AKP hat hişyarkirin.

HATAY

Li navçeya Skenderûn a Hatayê, çalakiya li ber nûnertiyçalakya li ber Nûnertiya HDP'ê ya Taxa Bûlûttepeyê destpê kir, roja 7. li pey xwe hişt. Gel her şev nobedê digire û li hemberî zext û zordariya polîsan bi biryardarî çalakiya xwe didomîne. Ji beşdarên çalakiyê Ziynet Tan xwest, ji bo azadiya Ocalan hîn bêhtir kar bê kirin. Zekiye Yalçin jî got, "Jiyana Rêberê me tê wateya jiyana gelê Kurd. Dewlet bi agir dilîze." Yalçin xwest çalakî werin zêdekirin.

Dayika 7 zarokan Edîle Keyîk a her êvarê tevlî çalakiya nobedê dibe got, heta ew agahiyê ji Ocalan bigirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Keyîk wiha dewam kir: "Eger dewlet aştiyê dixwaze, yekane şertê vê, azadiya Rêberê me ye."

EDENE

Li Edeneyê jî çalakiyên li 6 cihên cuda tên lidarxistin, di roja 4. de ye. Meclîsa Taxa Firatê ya Navçeya Seyhanê, nûnertiyên HDP'ê yên Şakîrpaşa, Gulbahçe û Barbaros, Rêxisitna HDP'ê ya Yuregîrê û Nûnertiya Herêma Ceyhanê ya HDP'ê çalakiyên xwe didomînin. Di çalakiyan de zext û êrîşên li hemberî rojnameya Ozgur Gundemê jî hatin şermezarkirin û mesaja "Çapemeniya azad bi tenê nîne" hat dayîn.